81 rojin agahî ji nûnerê Rêveberiya Xweser nayê girtin! 2021-08-29 13:10:57 NAVENDA NÛÇEYAN - 81 rojin agahî ji nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê Hewlêrê Cîhad Hesen ê ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatibû revandin, nayê girtin.   Hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), di 10'ê Hezîranê de, endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Osman Xelîl û Mistefa Ezîz Mistê yên revandibûn di 29'ê Tîrmehê de, serbest berdan. Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê Hewlêrê Cîhad Hesen ê bi Xelîl û Mistê re hatibû revandin, 81 rojin agahî jê nayê girtin. Hemû hewldanên Rêveberiya Xweser ên ji bo Hesen hîna jî, encam negirtine.