Li Mala Cemê ya Ana Fatma aşûre hat parvekirin 2021-08-29 14:55:08   ENQERE - Elewiyên bi boneya meha Mûharremê hatin gelhev, aşûre parve kirin.   Elewiyên li Enqerê dijîn, hem bi boneya vekirina Şaxa Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) û hem jî meha Mûharremê, ji bo parvekirina aşûrê hatin gelhev. Elewiyên li Mala Cemê ya Ana Fatma kom bûn, piştî deqeyek rêzgirtinê, li ber stranên Zakir Hidir Çelebî semah gerandin. Dûre Serokê Şaxa DAD’ê ya Enqerê Mûstafa Karabûdak, bal kişand ser wateya parvekirina aşûrê ya di meha Mûharremê de wiha got: “Aşûra tê wateya ku hemû beşên cuda bên gelhev in.”   Karabûdak da zanîn ku Kerbela dewam dike û ji bo mîtînga 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ya li Anitparkê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.    Piştî daxuayaniyê, bigotina stranan re aşûrê hat belavkirin.