Cenazeyê li nexweşxanê tê girtin nayê nas kirin 2021-08-29 15:38:01 ŞIRNEX - Cenazeyê endamê HPG'ê yê li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tê girtin, nayê nas kirin.    Li herêma Çemê Markoz a navçeya Elkê ya Şirnexê, di 25'ê Tebaxê de, di navbera hêzên HPG û TSK'ê de şer derket. Cenazeyên 2 HPG'iyên di şer de jiyana xwe ji dest da bûn, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Miduriyeta Polîsan a Şirnexê, ji bo teşhîskirina cenazeyan duh bangî malbatên wan kirin. Malbata Tûran Kisak ê HPG'î ya ji Idirê hat bajêr, cenazeyê kurê xwe teşhîs kir. Cenazeyê Kisak duh bi şev li goristana bajaroka Halfelî ya girêdayî Îdirê ji aliyê malbatê ve hat definkirin.   Cenazeyê din ê li nexweşxanê tê girtin jî, ji ber ku parçe parçe bûye ji aliyê malbatê ve nehat teşhîs kirin.