255 kesên din jî ji ber koronayê mirin 2021-08-29 20:32:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber vîrûsa koronayê di 24 saetên dawî de 255 kesan jiyana xwe ji dest dan û 17 hezar û 332 pêketiyên nû hatin tespîtkirin.    Wezareta Tenduristiyê tabloya rojane ya vîrûsa koronayê eşkere kir. Li gorî rismê ku Wezaretê parve kir di 24 saetên dawî de 286 hezar û 425 test hatine kirin û 255 kesan jiyana xwe ji dest dan û 17 hezar û 332 pêketiyên nû jî hatine tespîtkirin. Li gorî tabloyê 11 hezar û 396 kes jî baş bûne.