Ewilî sînorên sûnî niha jî sînorên beton hatine çêkirin 2021-08-30 09:03:22 COLEMÊRG - Xelkê gundê Meleyan ê li ser sînor diyar kirin ku piştî sînorên sûnî niha jî têkiliya wan û xizmên wan bi dîwarên beton tê qutkirin û gotin: “Em nikarin biçin şînên xwe jî. Divê ev sînor werin rakirin.”  Di navbera Osmaniyan û Îranê de di sala 1639’an de Peymana Qesrî Şîrîn hat îmzekirin. Kurdên li rojhilat û bakurê Kurdistanê dijîn bi vê peymanê erdnîgariya wan hat dabeşkirin. Piştî vê di sala 1923’yan de bi Peymana Lozanê Kurdistan di navbera Tirkiyê, Îran, Iraq û Sûriyê de dabeşî çar paran hat kirin.  Piştî ev sînorên sûnî hatin çêkirin, xwestin kurdan bikin bin banê dewletên cuda. Bi salan li dijî kurdan polîtîkaya înkar, îmha û asîmîlasyonê pêk hat. Yek ji van cihê ku bi van peymanan hatiye dabeşkirin jî bajarê Colemêrga Bakurê Kurdistanê ye. Xelkên mezraya Meleyan a bi ser gundê Dêmanê ya Şemzînana Colemêrgê ji ber van polîtîkayan para xwe girt. Xelkê gund ji ber dabeşkirinê ji xizmên xwe yên li rojhilat û başûrê Kurdistanê dûr dijîn. Herî dawî jî tê xwestin ku bi çêkirina dîwarên beton têkiliya xelkê gundê Meleyan bi xizmên wan re bi temamî were qutkirin.    NIKARIN BIÇIN XIZMÊN XWE BIBÎNIN    Ji şêniyên gund Celîl Alan destnîşan kir ku berê hindik be jî bi xizmên wan ên li parçeyên din re hebûye, lê di salên dawî de bi çêkirina dîwarê beton têkiliya wan bi temamî hatiye qutkirin û got: “Bi salan e derî girtî ne. Ne me dikarin biçin ne jî ew dikarin werin. Girtina deriyên sînor bandorek neyînî li ser aboriya me dike. Li ser sînorên başûr û rojhilat qereqol hatine çêkirin. Ji ber vê yekê jî em nikarin bazirganiyê bikin. Her ku diçe derfetên me zor dibin û ez nikarim xizmên xwe yên ku saetek ji min dûr in bibînim. Ji ber van sînorên di navbera me û xizmên me de htaine çêkirin, em ne dikarin bazirganiyê bikin û ne jî dikarin xizmên xwe bibînin.”    DABEŞÎ ÇAR PARAN KIRINE    Alan anî ziman ku ew li dijî sînorên di navbera wan û xizmên wan de hatine çêkirinê ne û wiha got: “Berê tu kêşeyek nebû û me dikaribû xizmên xwe bidîta. Em niha jî dixwazin bi heman awayî xizmên xwe bibînin. Em naxwazin çûnehata me were qedexekirin. Niha dema em nêzî sînor dibin, ji sê dewletan ji aliyê dewletkî ve tên kuştin. Em dixwazin sînor werin rakirin. Hewcehî bi kuştinan û qedexeyan nîne. Em dixwazin di nava xweşiyê de bijîn. Çend roj berê ciwanek li ser sînor hat kuştin. Sebeba vê kuştinê jî ew e ku me dabeşî çar parçeyan kirine. Welatekî dabeşî çar paran kirine. Heqê kesî nîne wisa bike.”    ‘EM NIKARIN BIÇIN ŞÎNÊN HEV’    Ji şêniyên gund Muhacir Kiliç jî diyar kir ku sînor û dîwar hem dîtina xizmên wan hem jî bazirganiyê asteng dike û got: “59 sal in em li gundê Meleyan dijîn. Berê me bi bazirganiya ser sînor debara xwe dikir. Lê niha sînor hemû hatine girtin. Hem li başûr û hem jî li rojhilat xizmên me hene. Bi salan e miriyên me çêdibin, lê belê kes nikare biçe şîne hev. Bila sînorên li ser welatê me werin rakirin û çûnehat serbest bibe.”    MA / Mazlum Engîndeniz