Malbata Şenyaşar: 290 wekîlên AKP'ê berpirsiyarên komkujiyê ne 2021-08-30 11:54:41 RIHA- Malbata Şenyaşar a têkoşîna xwe ya edaletê dewam dike, diyar kir ku 290 wekîlên AKP'ê ji komkujiyê berpirsyar in ku ji bo ronîkirina komkujiyê, ji lêpirsîna parlamentê re gotine na.   Çalakiya Nobeta Edaletê ya Ferît Şenyaşar û Emîne Şenyaşar a hevjîn û du kurên xwe di êrişa parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin a li ber Edliya Rihayê di roja 175’emîn de dewam dike. Ligel ku îro betlaneya fermî bû jî, malbat di saetên serê sibê de li qada ku weke “Goşeya edaletê ya malbata Şenyaşar” tê binavkirin, çalakiya xwe dewam kir.    Ferît Şenyaşar, di çalakiyê de axivî û wiha got: “Têkoşîna me ya edaletê ya li pêş Edliya Rihayê, di roja 175’emîn de, dibin zilmê de dewam dike. Îro 30’ê Tebaxê roja Cejna Serkeftinê ye. Betlaneya fermiye. Lê em naxwazin dibin vê zilmê de li malê rûninin. Bila ev zilm êdî bi dawî bibe.”    EDALET    Şenyaşar bang li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê kir û wiha bilêv kir: “Li vê derê zilmek heye. Dayikek 65 salî 175 rojin li ber edliyê ye. Tiştê ku ew dixwaze edalet e. Werin serdana vê dayikê û bipirsin ka ev dayik çi dixwaze. Ez bang li parlamenterên AKP’ê yên li Meclîsê ne dikim; 290 parlamenter hene. Dema hat gotin ku bilav ev bûyer bê lêkolînkirin, ew ev daxwaz red kir. Hûn berpirsê vê yekê ne. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujiyek hat kirin û Waliyê Rihayê, qeymeqam û hêzên polîsan şahidiya vê bûyerê kirin. Êdî her kes vê dizane. Her ku zordarî didome, partiya desthilatdar winda dike û mehkûm e ku winda bike.”    ‘ÊDÎ BILA KURÊ MIN BÊ’   Dayika Emîne Şenyaşar jî, got: “Ez edaletê dixwazim. Bila kurê min berdin. Ez nikarim li malê rûnim. Ez êdî nikarim rûnim. Kurê min bi awayekê bê sûc kirin girtîgehê. Kujer dest û milên xwe dihejînin û digerin. Ji ber ku wekîle, ma mafê wî heye ku serê mirovan jêke? Xwedê jî vê yekê qebûl nake. Gelo hûn çawan vê zilmê qebûl dikin. Êdî bila kurê min bê malê.”    DIVÊ BÊ LÊKOLÎNKIRIN   Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dijîtal jî, ev peyam parve kir: “Hûn şirîkê hemû sûcên ku dixwazin vedişêrin in. Ev dayika pîr 175 roj in li ber edliyê daxwaza edaletê dike. Siltanên ker jî hawara dayikê bihîstin. Gelo Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê çi dike? Bila were û bi awayekê bêalî bûyerê lêkolîn bike.”