Konserên Amîdayê ya 6’emîn diyarî Aram Tîgran û 1’ê Îlonê tê kirin 2021-08-30 12:35:23   AMED - Konserên Amîdayê ya 6’emîn bi beşdariya gelek hunermendan hat amadekirin. Di konserê de stranên kurdî, tirkî û ermenkî hene û ev konser diyarî bîranîna hunermend Aram Tîgran û 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê tê kirin.     Konserên Amîdayê ku ji aliyê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û Ma Muzîkê ve li cihên dîrokî tên lidarxistin, berdewam dikin. Konserên Amîdayê ya 6’emîn li pirên dîrokî hatin amadekirin. Dîmenên konserê li Pira Geliyê Godernê ya di navbera Pasûr û Farqînê de, Pira Malabadê ya di navbera Farqîn û Êlihê de û li Pira Dehderî hatine kişandin.    KONSER LI SÊ PIRÊN DÎROKÎ HAT AMADEKIRIN    Di konserê de Anadolu Quartet li gel stranbêjên Ma Muzîkê, Miraz li gel Koma Ma Muzîkê, hunermenda Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Ruken Yilmaz û stranbêj Egît Işik li gel Koma Ma Muzîkê wê li pêşberî temaşevan û guhdaran bin.    Li Pira Dehderî Miraz û Anadolu Quartet li gel Koma Ma Muzîkê, li Geliyê Godernê Anadolu Quartet û Stranbêjên Ma Muzîkê û li Pira Malabadê Ruken Yilmaz û Egît Işik li Koma Ma Muzîkê dê bistrên. Konser roja 1’ê Îlonê wê saet di 20.00’an de li ser hesabên medya dîjîtal ên DTSO’yê were parvekirin.    DIYARÎ ARAM TÎGRAN Û 1’Ê ÎLONÊ TÊ KIRIN    Ev konser diyarî bîranîna hunermendê mezin Aram Tîgran ku di tebaxa 2009’an de koça dawî kiribû û 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhantê tê kirin.    Di konserê de stranên bi zaravayên kurmancî, zazakî û soranî yên kurdî, tirkî û ermenkî di nav de 16 stran û awaz hene.    5 KONSERÊN DIN    Heta niha 5 konserên derbas bûyî li Şikeftên Hesûnê yên Farqînê, li Keleha Zerzevanê, li navçeya Gêlê, li Sûrê û li Şikeftên Hîlara Erxeniyê bi beşdariya hunermendên wek Mîkaîl Aslan, Lawje, Kardeş Turkuler, Ertan Tekîn li gel hunermend û Koma Ma Muzîkê hatibûn lidarxistin.