Li Dêrsimê, li gelek cihan şewata daristanan didome 2021-08-30 12:49:42 DERSIM - Şewatên daristanan ên berî du hefteyan li Dersimê dest pê kirin, ji ber ku nehatin vemirandin, her ku diçe belav dibin. Şewata ku di encama operasyona eskerî ya di 17’ê Tebaxê hat lidarxistin de, li çoltera navçeya Xozatê ya Dersimê dest pê kir û belavî gundên girêdayî navçeya Pulurê bû, dewam dike. Ji ber bertekên raya giştî, piştî 13 rojan duh mudaxileyî şewatê hat kirin. Bi dest pê kirina mudaxileyê re, duh agir bi daristanên Çemê Roj a Geliyê Pîlemûriyê û Kaniya Welî Bahoz a Geliyê Mûnzûrê ketin.   Şewata li Geliyê Mûnzûrê, ji ber bayê bi lez belav dibe. Hin welatî û ekîbên agirkuj ên Şaredariya Dersimê, di saetên serê sibê de, çûn herêmê û dest bi vemirandina şewatê kirin.    Hat hînbûn ku têkildarî şewata ev du rojin li Geliyê Pîlemûrê didome heya niha mudaxele nehatiye kirin.