Li Şirnexê tundiya zilam 2021-08-31 13:33:38   ŞIRNEX - Li Şirnexê zilamê bi navê Tamer Ceylan, tundî li hevjîna xwe Besna Ceylan kir û ava kelandî di ser rijand.   Li taxa Gundogdû ya navenda Şirnexê zilamê bi navê Tamer Ceylan tundî li hevjîna xwe Besna Ceylan kir. Bûyer, duh di saetên nîvro de pêk hat. Li gorî agahiyên hatin wergirtin, di nav her du yan de nîqaş derketiye û dema nîqaşê Tamer Ceylan ava kelandî bi ser hevjîna xwe Besna Ceylan de rijandiye û wê şewitandiye. Rexmî vê tundiya lê hatiye kirin jî Ceylan heta 12 saetan nikaribûye biçe nexweşxaneyê û piştî ku xizmên wê hatine mala wê ew rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Piştî tedawiya li vir Ceylan ji nexweşxaneyê tabûrcî bû û giliya hevjînê xwe Tamer Ceylan kir.    Li ser gilîkirina Besna Ceylan Tamer Ceylan hat binçavkirin û piştî ku îfadeyên wî li Miduriyeta Polisan a Şirnexê hatin wergirtin hat berdan.    Hat hînbûn ku beriya niha jî Besna Ceylan gelek caran giliya Tamer Ceylan kiriye lê tu encam negirtiye.     Li aliyê din bi hinceta ku 2 birayên Besna Ceylan li Tamer Ceylan dane hatin binçavkirin.