Dayika Ayşe Gokkan jiyana xwe ji dest da 2021-08-31 14:40:52 RIHA - Dayika Berdevka Demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan a niha girtî ye, Lutfiye Gokkan jiyana xwe ji dest da.   Yek ji sembola têkoşîna jinê Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan a niha girtî ye, Lutfiye Gokkan jiyana xwe ji dest da. Gokhan ku li gundê Kulunçe yê navçeya Pirsûsê ya Rihayê dijiya, ji ber aciz bibû hefteya derbasbûyî rakiribûn Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Harranê.    Gokkan ku nexweşa penceşêrê bû teşhîsa vîrûsa koronayê danîn ser  û hefteyeke weke nexweşa entube tedawiya wê dihat kirin, îro jiyana xwe ji dest da. Gokkan wê sibê li gundê Kulunçeyê were veşartin.    ‘DEYNDARÊ PARTIYÊ Û DEMOKRASIYÊ YE’   Dayik Gokkan, di hevpeyvîna ku di 9’ê gulana 2021’ê de dabû ajansa me de  link   diyar kiribû ku keça wê Ayşe Gokkan hevala wê ya têkoşînê ye û wiha gotibû: “Ez jî perçeyekî vê têkoşînê me. Dema ez mirim li ser kêla min binivîsin ‘deyndarê partiyê û demokrasiyê ye’. Weke dayikekê ji xwe dixwazim Ayşe li cem min be lê ew têdikoşe. Di vê têkoşînê de girtin jî heye. Hatibe girtin jî ev min xemgîn nake. Ji ber ku şûna min jî têdikoşe, diyariya wê ya herî mezin a ji bo min têkoşîna  wê ye.”