Avahiyên kavilbûyî bûne navenda tiryakêşan 2021-09-01 09:04:47 STENBOL - Li Gazîosmanpaşayê avahiyên ku 9 sal berê bi hinceta "xetere" ne hatin valakirin bûne navenda tiryakê û her wiha serlêdanên şêniyên taxê jî nayên bersivandin.  Li Taxa Pazarîçî ya navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê, di 24'ê Kanûna 2012'an de bi hinceta "xetere" ne hatin valakirin. Xebatên veguherandina bajêr nêzî 9 sal in didomin û gelek avahiyên taxê hatine valakirin. Ev avahiyên ku bûne kavil, niha bûne navenda tiryakê. Heya niha şêniyên taxê ji bo vê gelek serlêdan kirine, lê belê serlêdanên wan nayên bersivandin.    Şêniya Taxê Zeynep Ceylan, anî ziman ku 3 zarokên wê hene û ji bo zarokên xwe diqilqile. Ceylan, bilêv kir ku gava di van avahiyan de kesên tiryakê dikişînin dibîne telefonî polîsan dike, lê belê polîs tiştekî nakin û ji bo xerakirina avahiyyan jî serî li keya daye û keya jî gotiye "min daxwazname daye şaredariyê." Ceylan got: "Li van avahiyên kavilbûyî eroîn tê kiandin, fuhûş tê kirin. Her hal ne tiştekî zehmet e ku Şaredariya Gazîosmanpaşayê kemçeyekê bişîne vira. Em ê li vira bi çi awayî zarokên xwe mezin bikin?"    Ceylan, diyar kir ku carinan notirvan tên van avahiyan, lê tiştekî nakin û got: "Kî çi zane belkî ev pêgirtiyên tiryakê zirarekê bidin zarokên min. Her roj heyya derengê şevê li vira çek tên şixulandin û zarokên me ditirsin. Li vir tu pîsîtî namîne nayê kirin. Ez welatiyeke vî welatî me û ez ne mecbûr im van tiştan bibînim. Me ji Şaredarê Gazîosmanpaşayê Hasan Tahsîn xwest van avahiyên kavilbûyî xera bike, lê xera nake. Em di vî halî de hatine hiştin."    LI BENDA ÇAREYEKÊ NE   Şêniya Taxê Bîrgul Avcilar jî anî ziman ku serlêdanên wan bêbersiv hatine hiştin û got: "Em diçin şaredariyê, me dişînin cihekî din. Pêgirtiyên tiryakê tên van avahiyan. Ji ber ku em tim ji bo vê telefonî şaredariyê dikin, êdî şaredarî bersiva telefona me jî nade. Gava em telefonî notirvanan û polîsan dikin dibêjin 'li wir tu kes tune ye' û diçin. Me gelek caran bi devkî û nivîskî serlêdan kirin, lê bêfêde ye. 3 sal in em vê pirsgirêkê radigihînin. Kes tiştekî nake. Êdî bila tiştekî bikin. Ne em ne jî zarokên em ji tirsa nikarin derkevin derve."