Tahmaz: Gava têkoşîna ji bo aştiyê di şertên giran de bê bilindkirin watedar dibe 2021-09-01 09:04:48 STENBOL - Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz, anî ziman ku îsal 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê di şert û mercên ku cihêkarî, zimanê nefretê, netewperestiya tirk û dijminatiya ji bo biyaniyan pir zêde bûye de pêşwazî dikin û got: "Gava têkoşîn û daxwaza ji bo aştiyê, di şer, pevçûn û şertên giran de bê bilindkirin, watedar dibe."  Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz, bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê axivî. Tahmaz, anî ziman ku îsal 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê di şert û mercên ku cihêkarî, zimanê nefretê, netewperestiya tirk û dijminatiya ji bo biyaniyan pir zêde bûye de pêşwazî dikin û got: "Gava têkoşîn û daxwaza ji bo aştiyê, di şer, pevçûn û şertên giran de bê bilindkirin, watedar dibe."    ŞER Û POLÎTÎKAYÊN DIJÎ KURDAN    Tahmaz, anî ziman ku 1'ê Îlona îsal di demeke ku şerê li Afxanîstanê ber bi rewşeke nû ve diçe û şerê li Sûriyeyê hê jî didome de pêşwazî dikin. Tahmaz, anî ziman ku dijberiya Tirkiyeyê ya li hemberî kurdan siyaseta demokratîk binpê dike û got: "Mîlîtarîzasyon, di asta herî bilind de ye li Tirkiyeyê. Mafên di peymanên navnetewyî û qanûna bingehîn de hatine diyarkirin, hatine rawestandin. Atmosfereke siyasî û civakî bixeter heye. Em îsal 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê di şert û mercên ku cihêkarî, zimanê nefretê, netewperestiya tirk û dijminatiya ji bo biyaniyan pir zêde bûye de pêşwazî dikin. m di serdemeke wisa de ne ku demokrasî, siyyaset, daraz û civaka sivîl ên Tirkiyeyê bi van polîtîkayan dîl hatine girtin."    MAFÊ AŞTIYÊ   Tahmaz, anî ziman ku mirovahî ancax di dema şeran de bi qîmeta aştiyê dizane û "mafê aştiyê" jî piştî şerên cîhanê yê yekê û dudoyan de hatiye nîqaşkirin.    Tahmaz, mafê wekhevî, azadî û jiyaneke mirovane ya di Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de di 15'ê Kanûna 1978'an de hatiye diyarkirin bibîr xist û destnîşan kir ku her mirov bêyî nîjadp, dîn, ziman û zayendî esas bê girtin ji makzayî ve xwedî mafê jiyanê ne.    Tahmaz, destnîşan kir ku astengiya herî mezin a li ber mafê aştiyê hêz û dewletên statukoparêz, nîjadperest, cihêkar, dijminên biyaniyan, zayendparêz, dijberê koçberan û netewperest in û dewleta tirk jî ev demeke vegeriyaye "kodên xwe yên damezrandinê" û ji nirxên demokratîk dûr ketiye û ber bi rêvebiriyeke otorîter ve çûye.    Tahmaz, anî ziman ku ev polîtîkayên dijberiya mafên kurdan dikin, li her derî belav bûne û ji ber vê aştî dûr ketiye.    'EM JI BO AŞTIYÊ TIŞTEKÎ BIKIN'   Tahmaz, destnîşan kir ku şer bi kêrî kesî nayên û ji bo vê mînaka Talîbanê da ku Afxanîstanê xistiye bin kontrola xwe.    Tahmaz, anî ziman ku dewleta herî heydût û di warê eskerî de xurt, li ber Talîbana cîhadparêz, rêxistineke hova alaya spî bilind kir. 'Konsepta têkoşîna li hemberî terorê ya kûrewî' ku piştî êrîşa 11'ê Îlonê ya li hemberî Kûleyên Cêwî hat kirin, îflas kir. Têkoşîn û daxwaza ji bo aştiyê, gava di şer, pevçûn û şertên giran de bê bilindkirin, watedar dibe. Tenê ne ji bo kurdan, ji bo her kesî hewce ye. Em ji bo aştiyê tiştekî bikin."    MA / Dîren Yûrtsever