Şaredarî û DEDAŞ'ê tax û kûçe serobino kirin: Êdî em bêzar bûn 2021-09-01 09:04:49 ŞIRNEX - Li Şirnexê rêyên ku 3 sal berê hatin xerakirin, hê jî nehatine çêkirin. Welatiyên ji ber vê bêzar bûne, giliyê şaredarî û DEDAŞ'ê kirin. Welatiyan got: "Kengî bihar bê, şaredarî dest bi xebata xwe ya kolandinê dike û heta dawiya salê vê xebatê didomîne, êdî em bêzar bûn." Li Şirnexê beriya niha bi sê salan, şaredariyê û Şîrketa Belavkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ), ji bo xetên ceryan, înternet û gazê, di bin erdê de bikişînin dest bi xerakirina rê û peyarêyan kirin. Lê ji ber ku rê û peyarêyên hatine serobinkirin çêkirin, gel mexdûr e. Ev xebatên navbirî li Taxa Gundê Emer, Gûndoğdu,Yeşîlyurt, Vakifkent, Yenî Mahalle û gelek taxên din didomin.   LI JÊR ŞAREDARÎ Û LI JOR JÎ DEDAŞ   Ji şeniyên Taxa Gundê Emer Safiye Belge, diyar kir ku ji ber xebatên DEDAŞ û şaredariyê hefteyeke ava wan tune ye û got: "Beriya niha tu kêmasiyên me nebûn. Ava me hebû, rêyên me xweş bûn û pêdiviya me bi tiştekî wiha nebû. Li Şirnexê hem DEDAŞ hem jî şaredariyê yek cihek nehiştiye ku nekolandine. Ev nêzî hefteyeke li jêra taxa me DEDAŞ bi hinceta ku saetan bibe rêyan dikole. DEDAŞ'ê boriyên ava me teqandine. Ev nêzî hefteyeke em bê av in. Li jora taxê jî şaredarî rêyan xera dike. Di dema şaredariya HDP'î de her gav ava me dihat. Lê niha ew ava ku ji me re tê şolî ye. Em nedikarin vexwin û nedikarin pê serê xwe bişon. Em nikarin biçin ber deriyê mala xwe rûnên. Nexweşên me çê bibin em nikarin gazî ambulansê jî bikin. Êdî çêkirina rêyê bûye pêkenoka şaredariyê. Geh çêdike geh xerab dike. Li vir xerab dike, tu lê dinerî diçe ciheke din xerab dike. Ji ber tozê em nikarin deriyên xwe û paceyên xwe vekin. Em ji germa jî mirin. Şaredariyê bi van xwe dewlemend dike û gel jî xizan dike."   3 SAL IN DI VÎ HALÎ DE NE   Ji Şeniyên taxê Şûkriye Îdîn jî bertek nîşanî xerabkirina rêyan da û destnîşan kir ku şaredariya AKP'î ji kolandina rêyan pêvetir tu tiştekî din nake û wiha axivî: "Em ji vê şaredariyê ne qayil in. Em hem ji şaredariyê û hem jî ji DEDAŞ'ê nerazî ne. Em tiştên ku şaredarî tîne serê me 6 rojan bibêjin jî xelas nabin. Ev zilm e. Wê rojê xezûrê min nexweş bû, kurê min ew daye pişta heya nexweşxaneyê. Me nekarî em bang ambulansê bikin, ji ber ku rê xerab kirine. Bila derekî çê bike, biçe dereke din xerab bike. Ji ber van rêyan ji xelkê re erebe nehiştin. Ev 3 sal in em di vê rewşê de ne. Kengî bihar bê, şaredarî dest bi xebata xwe ya kolandinê dike û heta dawiya salê vê xebatê  didomîne, êdî em bêzar bûn. Hemû taxan û kolanan bi hev re dikolin. Nabêjin ku em yekê xelas bikin, dûv re em biçin taxa din. Ji biharê heya niha em vê zilmê dikişînin."    Berdevka Meclîsa HDP'ê ya Şaredariyê ya Şirnexê Gurbet Gûleş, jî bilêv kir ku şaredarî li gorî daxwazên gelê Şirnexê tevnagere û got: "Niha li dehan taxên Şirnexê xebatên kolandinê pêk tên. Van xebatan jî ji aliyekî DEDAŞ û ji aliyekî ve jî şaredarî dide meşandin. Şaredariyê hê taxa ku kolandî çênekiriye, li taxeke din dest bi heman xebatê dike. Ev taxên ku bi heftane xebatên kolandinê lê tên meşandin şewatek yan jî nexweşeke wan çê bibe erebeyek nikare bikeve van taxan. Gel bi zehmetiyeke mezin re rû bi rû ye. Di vê germê de ji ber tozê gel nikare derî û paceyên xwe veke. Helbet divê xebatên rêçêkirinê bên meşandin. Lê ew taxên ku bi vê hincetê tên kolandin pêdiviya wan bi rêyan nîne. Rêyên saxlam jî bin xerab dikin. Karê şaredariyê bûye çêkirin û xerabkirina rêyan. Gel ji ber wê jî bibertek e û tê li cem me gilî dike. Ji bo ku di çarçoveyeke baş de û li gorî daxwaziya gelê me ev xebat bên meşandin me pêşniyazname ji serokatiya şaredariyê re şand. Lê hê jî bersiv nedane me."    MA / Zeynep Dûrgût