Şêniyên Dersimê: Dewlet bi zanebûn daristanên me dişewitîne 2021-09-01 10:03:49 DERSIM - Şêniyên Dersimê diyar kirin ku şewata daristanan polîtîkaya dewletê ye û gotin: “Dewletek dijminê xwezayê ye heye. Bi salane dixwazin Dersimê tune bikin.”    Li gundên bi ser navçeya Xozata Dersimê ve piştî operasyona leşkerî ji 17’ê tebaxê ve agir bi daristanan ketibû. Şewata li Xozatê dest pê kir belavî navçeya Pulurê bû. Ji ber mudaxileyî şewatê nehat kirin, bi sedan hektar qadên bi daristan şewitîn. Di şewatê de xweza hat talankirin û gelek sewal û rawir jî mirin û gelek sewal jî birîndar bûn.    OPERASYONA LEŞKERΠ   Bi hêceta ew herêma şewatê “Herêma ewlehiya taybet e” û “herêma bi mayin e” destûr nayê dayîn xelk mudaxile bike. Piştî 13 rojan her çiqas ji hewayî ve mudaxileyî şewatê hat kirin, lê dîsa jî didome. Di 28’ê tebaxê de operasyonek leşkerî hat destpêkirin û li Newala Roj a bi ser Geliyê Pilemûriyê ve şewat derket. Şewata li vir jî di roja 13’an de berdewam dike û mudaxileyî şewatê nayê kirin.    ŞEWAT BELAVÎ ZOZANÊN GULÊ BÛ    Li aliyekî şewata li herêmên didomiya vê carê jî di 29’ê tebaxê de agahiya şewatekê jî ji Geliyê Mûnzûrê hat. Bi sedan hektar qad şewitî û piştî 4 rojan mudaxile hat kirin. Ji ber mudaxileya derengmayî şewat belavî zozanên Gulê bû.      Şêniyên Dersimê têkildarî şewatên piştî operasyonên leşkerî derketine axivîn û diyar kirin ku şewat bi zanebûn tên derxistin.  Abdullah Çiglik anî ziman ku operasyonên leşkerî yên li Dersimê derketine astek rûtîn û bi heman awayê rûtîn jî şewat tên derxistin û got: “Ji ber agir pê dixin, mudaxile jî nakin. Divê gelê me li hember şewatan bi hestiyar tevbigere.”    CIHÊKARÎ HEYE    Çiglik da zanîn ku dewletê mudaxileyî şewatên li herêmên Akdenîz û Egeyê derketin kir lê mudaxileyî şewatên li bajarên herêmê nake û got: “Di dîrokê de her tim bi çavek cihêkar li me nihêrîn. Ev şewat û nemduxaxilekirina şewatê jî dewama wê cihêkariyê ye. Ev meseleyek civakî ye û divê were çareserkirin. Di navbera şewatên li Mûglayê û Dersimê de ferq heye. Rayedar jî û em jî vê ferqê baş dizanin.”    QADÊN JIYANÊ VEGUHERÎNA XWELIYÊ    Îmam Moroglû jî destnîşan kir ku qadên wan jiyanê tên şewitandin û wiha got: “Dewlet daristanên me dişewitîne. Kî dikare bişewitîne? Gelo xelk dişewitîne? Gelo ez dişewitînim? Naxêr. Wê demê kî dişewitîne? Bêguman dewlet dişewitîne. 13 rojan muadxileyî şewatê nehat kirin. Dixwazin dar û axa me tune bikin. Dixwazin xweza talan bibe û însan birçî bimînin. Di nava xwezayê de tenê ne em dijîn, bi sedan cûreyên sewal û rawiran dijîn. Ev jî tune dibin.”    ‘HOVÎTIYEK WIHA NEHATIYE DÎTIN’    Şukran Yilmaz a li bajêr esnafiyê dike jî destnîşan kir ku şewat bi zanebûn tên derxistin û got: “Heke tenê li noqteyekê şewat derketibûya, me yê bigota normal e. Lê belê tevahiya çiyayên Dersimê dane ber agir. Her wiha meseleyek rantê jî heye. Destûra lêgerîna madenê dane 109 şîrketan. Zindawer li ber çavê mirovahiyê dişewitin. Di tu demê de hovîtiyek wiha nehatiye dîtin. Di şeran de jî daristan nehatine şewitandin.”    RABORIYA WAN DIŞEWITÎNIN    Nazan Yikilmaz jî anî ziman ku dar û berên wan bi zanebûn tên şewitandin û got: “Bi van şewatan raboriya me dişewitînin. Herêma me di warê cûreyên nebatan de gelek dewlemend e. Divê em qadên xwe biparêzin. Divê dewlet viya bike û wezîfeya xwe bi cih bîne.”    Ayten Arslan jî da zanîn ku bi rojane çiya û xwezaya Dersimê dişewite û heta niha tenê helîkoptêrek mudaxile kiriye û ev jî têra vemirandinê nake.    DIXWAZIN DERSIMÊ TUNE BIKIN    Sonay Çelîk Bozkûrt jî bal kişand ser operasyonên leşkerî yên li Dersimê û wiha got: “Her roj xwezaya me û darên me bombebaran dikin. Pir bi zanebûn daristanên me dişewitînin. Şewitandina daristanên me polîtîkayek dewletê ye. Di şewatên demên dawî de me dît ku mudaxileya dewletê ya li hember şewatê gelek kêm e û têr nake. Dewletek ku dijminê xwezayê heye. Bêguman di vir de sedemek taybet heye, bi salane dewlet dixwaze Dersimê tune bike. Ev şewat jî parçeyek tunekirina Dersimê ye. Dixwazin bi şewatan herêmê bêmirov bihêlin û qadê ji şîrketên madenê re vekin. Nerazîbûna li dijî şewatan gelek kêm e.”    MA / Mehmet Aslan - Cengîz Ozbasar