35 roj in agahî ji Axabigepûr ê ji aliyê Îranê ve hat binçavkirin nayê wergirtin 2021-09-01 10:31:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafê Mirovan a Hengaw ragihand ku 35 roj in agahî ji Çiya Axabigepûr (28) ku ji aliyê Muhafizên Şoreşa Îranê ve hatiye binçavkirin, nayê wergirtin.    Rêxistina Mafê Mirovan a Hengaw têkildarî Çiya Axabigepûr (28) ku ji aliyê Muhafizên Şoreşa Îranê ve hatiye binçavkirin û 35 roj in agahî jê nayê wergirtin daxuyaniyek nivîskî da.    Li gorî agahiyên Rêxistin dide, Axabigepûr ji gundê Rehîmxana bi ser bajarê Bokana Rojhilatê Kurdistanê ve ye û Muhafizên Şoreşê bi ser mala wî de girtin û binçav kirine. Axabigepûr ku bavê du zarokan e piştî binçavkirinê dibin Navenda Binçavkirina Îstîhbarata Muhafizên Şoreşê ya bajarê Ûrmiyê û ji wê rojê ve ne malbat ne jî parêzeran derbarê aqûbeta wî de tu agahî wernegirtiye. Rêxistinê ragihand ku ji ber agahî wernegirtina Axabigepûr bi fikar e.