Jinên elewî: Yên dişewitin ne dar in em in 2021-09-01 11:22:54   STENBOL - Jinên Elewî, têkildarên şewatên daristanan daxuyanî dan û wiha gotin: “Yên dişewitin ne dar in paşeroja û pêşeroja me ye û em in.”   Jinên elewî, têkildarî şewatên daristanan ên li bakurê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî dan. Jinan, diyar kir ku ji xeynî xwezayê jiyan jî tune dibe û wiha gotin: “Yên 16 roj in dişewitin ne dar in paşeroja û pêşeroja me ye canên me ne. Dewleta ku dişewitîne, şewitandinê didomîne. Ya dişewite erdnîgariya me ye, mekanê Xizir e û ziyaretgehên me ne eynî weke dîroka me weke 1937’ê. Em ê bi înad xwezaya xwe biparêzin, pêşeroja xwe şîn bikin.”