‘Em qedexeyê nas nakin, em ê di 5’ê îlonê de li Bakirkoyê bin’ 2021-09-01 12:14:46   STENBOL - Komîteya Amedakar a Mitînga Aştiyê ya Stenbolê bertek nîşanî qedexekirina mitîngê da û ragihand ku wê di 5’ê îlonê de li Meydana Bazara Bakirkoyê bin.    Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê bi dirûşma “Li dijî cihêkariyê wekhevî, li dijî şer aştî, li dijî nijadperestiyê yekîtiya gelan” di 5’ê îlonê de li Meydana Bazarê ya Bakirkoyê mitînga aştiyê li dar bixista. Komîteya Amedar ji bo destûr mitîngê serî li Walîtiya Stenbolê da. Walîtiyê destûra li dar xistina mitîngê neda û qedexe kir. Walîtiyê îdia kir ku divê mitînga 1’ê Îlonê di roja wê de were lidarxistin.    Komîteiya Amedakar a Mitîngê têkildarî qedexekirina mitîngê daxuyaniyek nivîskî weşand û bertek nîşanî biryara qedexekirinê da û destnîşan kir ku amadekariyên wan mitîngê berdewam dikin, ew biryara kêfî û nehiqûqî nas nakin û wê di 5’ê îlonê de li Meydana Bazarê ya Bakirkoyê bin. Komîteya Amadekar diyar kr ku walîtiyê ewilî destûr daye û pişt re jî biryara qedexekirinê derxistiye û ew biryara walîtiyê nas nakin.