Li Amedê di 4’ê îlonê de wê daxuyaniyek girseyî were lidarxistin 2021-09-01 13:08:52 AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bertek nîşanî destûrnedayîna mitînga aştiyê ya di 4’ê îlonê de li Amedê were lidarxistin da û banga tevlîbûna daxuyaniya di heman dîrokê de were dayîn kir.  Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê wê di 4'ê îlonê de bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Meydana Îstasyonê "Mitînga Aştiyê" li dar bixista. Walîtiya Amedê destûr neda ku mitîng were lidarxistin. Platformê têkildarî biryara qedexekirina mitîngê li avahiya Egîtîm Sena Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Li eywanê bi kurmancî û zazakî pankarta “Dem dema qêrîna aştiyê ye” hat daliqandin. Li ser navê Komîteya Amadekar Sekretera Şaxa Odeya Endezyarên Makîneyê (MMO) ya Amedê Arîn Zumrut xwend.    HÊCET SENARYO YE   Zumrut, diyar kir ku weke Platforma Demokrasiyê ji bo mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku wê di 4'ê îlonê de li Meydana Îstasyonê li dar bixista, serî li merciyên pêwîst dan û wiha got: “Mîtînga me ligel ku li bajêr bi awayekî aşkera ji ewlehiyê re nabe asteng jî hatiye betalkirin. Hêceta betalkirinê jî burokratîk e. Biryara têkildarî mitîngê jî di 31’ê tebaxê de aşkera kirin. Ev jî me dixe nav fikaran. Ev biryar senaryoyeke ku mitînga me asteng bike ye. Ji ber wê yekê em dipirsin, gelo betalkirina mitîngê ya bi hêcetên burokratîk sedemekî betal kirinê ye?”   ‘DIVÊ DENGÊ AŞTIYÊ NEYÊ BIRÎN’   Zumrut, bi lêv kir ku weke Platforma Ked û Demokrasiyê û pêkhateyên bajar wê di 4’ê îlonê de banga aştiyê dubare bikin û wiha axivî: “Ev mafê me yê demokratîk û qanûnî ye. Em dixwazin bibêjin biryara li ser betalkirina mîtîngê ne rast e û divê dengê civakê yê aştiyê neyê birîn.   BANGA TEVLÎBÛNÊ   Endamê Komîteya Amedekar Mehmet Ceylan jî axivî û bi dirûşmeya “Dem dema qêrîna aştiyê ye” bang li hemû gelê Amedê kir ku di 4'ê îlonê saet li16:00'an de li ber Plazaya AZC'ê kom bibin û tevlî daxuyaniya çapemeniyê ya girseyî bibin.