Girtiyê nexweş Çelebî ku hatibû berdan rakirin nexweşxaneyê 2021-09-01 15:50:09   STENBOL - Mehmet Alî Çelebî ku 28 salan ji ber nexweşînê ji hefsê hat berdan, rewşa wî giran bû û rakirin beşa venêrîna awarte ya nexweşxaneyê.   Mehmet Alî Çelebî yê 70 salî 28 sal di girtîgehê de ma û nexweş ketibû. Di 25’ê tebaxê de ji Girtîgeha Sîncana Enqereyê ji ber nexweşînên xwe hat berdan. Rewşa Çelebî giran bû û rakirin nexweşxaneyê û hildan beşa venêrîna awarte.    Çelebî piştî ku hatibû berdan li Nexweşxaneya Başakşehîrê hatibû tedawîkirin û hatibû tespîtkirin ku penceşêrê xwe berdaye pişikê wî. Hat zanîn ku duh êvarê rewşa wî giran bûye û rakirine nexweşxaneyê.    Me xwe gihand malbata Çelebî û malbatê ragihand ku rewşa wî giran e.