Li Wanê mitînga aştiyê tê lidarxistin 2021-09-01 15:53:19 WAN - Li Wanê bi hezaran kes bi dirûşma “Li dijî tecrîdê aştî” diherikin qada mitîna aştiyê ya 1’ê Îlonê.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Wanê mitînga aştiyê li dar dixin. Mitîng li ber Parka Mûsa Anter pêk tê. Ji navenda Wanê, navçeyên wê û bajarên derdorê bi welatî kom bi kom diherikin qada mitîngê. Qada mitîngê bi rengên xweşik hatiye xemilandin. Welatî ji du baskan ve dikevin qada mitîngê. Polîs lêgerînê pêk tînin.    BERTEKA LI DIJÎ TECRÎDÊ   Li qada mitîngê dengê hêrsa li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bilind dibe. Li qadê pankartên bi nivîsên “Ji bo aştiya civakî ji tecrîdê re bêje bes e”, “Li dijî şer aştî”, “Aştî dide jiyandin” û “Deng bide girtîgehan” hatin daliqandin. Welatî dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” berz dikin. Bi hezaran kes li ber stranên Koma Aryen govendê digerînin.    MEŞA GIRSEYΠ   Bi sedan kes bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ji ber avahiya HDP’ê heta qada mitîngê meşiyan. Welatiyên li qadê bi tîlîlî û berzkirina dirûşman meşê pêşwazî kirin.    Konsera ku bi stranên Koma Aryen dest pê kir, berdewam dike.