Ebru Gunay : Rêya aştiyê li Îmraliyê ye 2021-09-01 20:38:43 MÊRDÎN - Berdevka HDP'ê Ebru Gunay di daxuyaniya bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê hat lidarxistin de axivî û ev peyam da:  "Rêya çareseriya şerê Rojhilata Navîn û aştiyek mayînde, li Îmraliyê ye. Ji ber ku mîmarê herî mezin ê aştiyê Birêz Abdullah Ocalan e."    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê, bi  munasebeta 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li navçeya Qoser a Mêrdînê, daxuyanî da. Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar, rêxistinên HDP'ê û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên navend û navçeyan, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê, nûnerên STK'ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Berdevka HDP'ê Ebru Gunay di daxuyaniyê de aixvî.    'HETA AŞTÎ PÊK WERE'   Gunay, bal kişand ser astengiyên ku ji wan re tên li derxistin û wiha got: "Bila baş were zanîn ku rêxistinek ji demokrasiyê pêk hatibe, nayê astengkirin. Em ê timî rêyek ji bo berxwedana xwe bibînin. Di xebatên me yên îro de jî astengî ji me re derxistin. Me xwest em meşek girseyî li dar bixin. Lê belê weke her carî astengî derxistin. Lê em ê timî ji bo aştiyê hewil bidin. Xwesteka me ya aştiyê nayê astengkirin. Heta em ser dikevin jî em ê têbikoşin. Ev têkoşîna me wê heya ku gelên vî welatî azad bibin jî berdewam bike."   'MÎMARÊ AŞTIYÊ OCALAN'    Gunay, diyar kir ku rêya çareseriyê li Îmraliyê ye û ev nirxandin kir: "Em tim dibêjin ji bo li Rojhilata Navîn aramiyek û aştî hebe pêwîst e bi Birêz Abdullah Ocalan re were rûniştin. Ji ber ku mîmarê herî mezin ê aştiyê di Îmraliyê de ye û îro tê tecrîdkirin. Pêwîst e demildest jî pêvajoya aştiyê were destpêkirin."   Daxuyanî bi avêtina dirûşmeyan û lêxistina çepikan bi dawî bu.