Li Şirnexê tecawizî zaroka 9 salî hat kirin 2021-09-02 11:06:24 ŞIRNEX - Li taxa Yenî ya Şirnexê zaroka 9 salî N.B.  ji hêla M. B. ve hat tecawîzkirin.    Li taxa Yenî ya Şirnexê hefteya derbas bûyî  zaroka 9 salî N.B. dema ku li parkê bi hevalên xwe re lîstîk dilîz ji aliyê apê xwe M.B. ve bi hinceta lîstîkê dibe jêrzemîna malê û tecawîz dike. Li gel qêrînên N.B. cîran bi bûyerê dihesin û bang li malbata N.B. dikin. Malbata N.B. dema ku diçe cihê bûyerê dibîne ku zaroka 9 salî ji ser hîşê xwe çûye. Pişt re dayika N.B. dixwaze ku agahiyê bide polîsan, lê belê ji hela malbata M.B. ve ji dayikê re tê gotin, hewce nake ku tu agahî bide polîsan ewê di navbera xwe de çareser bikin. Lê li tevî hemû astengiyên malbatê jî dayika N.B. agahî da polîsan. Pişt re polîsên ku hatin cihê bûyerê M.B. binçav kirin. M.B. kirariyên wî yên li Miduriyeta Polîsan bi dawî bû û sewqî Dadgeha Şirnexê  hat kirin û bi sûcdariya "tundî û îstîsmara zayendî kiriye" hat girtin û şandin girtîgeha Şirnexê.    'BILA TAXÊ TERIK BIKIN'    Cîrana N.B. a ku ji ber ewlehiyê nexwest ku navê xwe bide bûyer wiha vegot. Cîrana malbata N.B. diyar kir ku wê rojê zarok li parkê listîk dilîst û wiha axivî: "Apê wê bi hinceta ku ez ê tiştekê bidim te dixapîne û dibe jêrzemîna malê û li wir tecawîz dike. Zarok çend caran li ser hevdû diqîre. Piştî re em cîran hawara wê ve çûn û agahî da malbata wê. Malbata wê hat cihê bûyerê û M.B. darb kirin. Pişt re N.B. rakirin Nexweşxaneya Şirnexê. Çend rojan li nexweşxaneyê tedawî dît û pişt re taburcu bû. Em weke şêniyên taxê vê bûyerê qebûl nakin û M.B. di vê taxê de naxwazin."