Wî xemsariya di komkujiya Konyayê de yek bi yek vegot 2021-09-02 11:42:23 ENQERE – Parêzerê 7 ferdên malbata Dedeogullari ku li Konyayê hatin qetilkirin, Abdurrahman Karabulut giliyê wezîfedarên cemaweriyê kir û diyar kir ku daxwazên wan li ber çavan nehatine girtin û ji ber tevdîr nehatine girtin komkujî pêk hatiye.    Li navçeya Meramê ya Konyayê di 30’ê Tîrmehê de li dijî 7 ferdên malbata Dedeogullari êrişek nijadperest pêk hat û her ferd jî hatibûn qetilkirin. Têkildarî vê komkujiya nijadperest lêpirsîna hatibû destpêkirin didome. Parêzerê malbata Dedeogullari, Abdurrahman Karabulut derbarê wezîfedarê cemaweriyê ku berpirsiyariya wan di bûyerê de hebû serî li Serdozgeriya Komarê ya Konyayê da. Karabulut di daxwaznameya gilîkirinê de êrişa nijadperest a ewil ku di 12’ê gulanê de li dijî malbatê pêk hatibû bibîr xist û cih da qewimandinên piştî tevdîr nehatiye girtin.    Di daxwaznameyê de hat xwestin ku derbarê Midurê Polîsan ê Konyayê, Cîgirê Midurê Polîsan ê Meramê, Midûrê Polîsan ê Navçeya Meramê û gelek amir û cîgirên midurên polîsan de, Dozgerê Komarê yê li dosyeyê dinêre, 5’emîn Hakimê Cezayê Sulhê ya Konyayê, 3’yemîn Hakimê Cezayê Sulhê ya Konyayê û wezîfedarên din ên cemaweriyê de ji sûcdariya “di encama xemsariya li hember kuştina bi qestî” û “wezîfeya xwe baş bikar neanîne” lêpirsîn were destpêkirin.    DAXWAZ LI BER ÇAVAN NEHATINE GIRTIN    Di daxwaznameyê de hat destnîşankirin ku îtîraza li dijî êrişa 12’ê gulanê de hatiye kirin li ber çavan nehatiye girtin û ji ber tiştek nehat kirin komkujî pêk hat. Di daxwaznameyê de hat gotin ji bo girtina êrişkaran serlêdan hatiye kirin, lê serlêdan li ber çavan nehatiye girtin û berdana Ayşe Keleş teblîxî wan nehatiye kirin û heman pirsgirêk di berdana Alî Çalik, Yahya Çalik û Velî Keleş de jî derketiye holê. Di daxwaznameya gilîkirinê de hat destnîşankirin ku heke polîsan û dozgeriyê daxwaza wan a tevdîran li ber çavan bigirta wê komkujî pêk nehata û ji ber tevdîr nehatiye kirin û di encama vê xemsariyê de komkujî pêk hatiye. Di daxwaznameyê de hat xwestin ku derbarê gumanbaran de doza cemaweriyê were vekirin.    MA / Bêrîvan Altan