Romana 'Dengê Zê' ya Mehmet Akdogan der çû 2021-09-02 12:15:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Mehmet Akdogan piştî romana xwe ya yekem Bayê Cîlo vê carê bi romana xwe ya bi navê Dengê Zê derket pêşberî xwendevanan.    Berhema ewil a nivîskar Mehmet Akdogan bi navê "Bayê Cîlo" ku ji Weşanên J&J'yê derketibû, niha jî roman ango berhema duyemîn a Akdgaon bi navê "Dengê Zê" ji aliyê Weşanên Payîz ve hat çapkirin. "Dengê Zê" romaneke 330 rûpel e û edîtoriya wê Mehmet Çakmak kiriye. Roman behsa salên 1990'î yên bajarê Colemêrg û Geverê dike. Taybetiya nivîskar Mehmet Akdogan ya sereke ew e ku mijarên romanên xwe ji qewimînan digire. Hema hema hemû çîrokên ku dihûne bi rengekî li Kurdistanê hatine qewimandin. Di her du romanên Mehmet Akdogan de xwendevan rastî heman taybetiyê tên. Ji ber ku nivîskar bi xwe jî ji wê herêmê ye di romanê de şayesandineke erdnîgariyê ya bêhempa li ber çavê xwendevanan berze dibe. Çiya, newal, çem, dol, bajar, gund… Yek bi yek li ber çavê xwendevan zindî dibin bi saya pênûsa Mehmet Akdogan. Her wiha taybetiya herêmê bi peyv û herikbariya ziman jî xwe dide der. Gelek peyv û pênaseyên li herêmê hene di romanê de cihê xwe digirin.   DI NAVA RÛPELAN DE ÇEMÊ ZÊ DIHERIKE   Roman navê xwe ji Çemê Zapê digire. Li herêmê ji Çemê Zapê re Çemê Zê tê gotin. Gava mirov xwe bi pelên romanê de berdide, ji serî heta dawiyê Çemê Zê ahenga xwe winda nake. Roman bi bûyer û şayesandinê têra xwe herikbar e û xwe disipêre herikbariya Çemê Zê. Akdogan di romana xwe de ji bo Çemê Zê pênaseyeke wisa dike: “Dinya germ dibû, lê hê Çemê Zê hêza xwe ji berfa li ser çiyayên wî bajarî digirt. Pêlên ava Zê hê têra xwe deng derdixist û gur bû. Her dema di ber Çemê Zê de derbas dibûm, çavên min li ser wî diman û diketim nava fikarên kûr. Nihêniyeke newala Zê û çemê wê hebû ku mirov digirt û dibir. Heya ji çem û newala Zê dûr nediket ew bernedidan. Min dereng zanîbû lê navê xwe ji zayînê digirt. Ew herêma zayînê bû. Nexwe zayîn li vê heremê bû. Ji ber hindê herêmeke bi nihênî bû.”   JI COLEMÊRGÊ DEST PÊ DIKE Û LI GEVERÊ DIQEDE    Romana Dengê Zê, ji devê zarokekî ku nû dest bi ciwaniyê dike tê vegotin. Mistefa ji gundê xwe ji bo xwendina medreseyê diçe bajarê Colemêrgê. Bi vegotina Mehmet Akdogan bajarê kend û kortan. Ji aliyekî ve ji ber ku ji gundê xwe dûr ketiye gelek xerîbî dikişîne û ji aliyekî ve jî bi tirsên xwe re rû bi rû dimîne. Axir hevalê wî Yûsif jî xwe digihîne wî. Yûsif jî wekî Mistefa ji gundê xwe nû derdikeve û ji lîstika gûzan gelek hez dike. Di romanê de her çiqas gelek karakter hebin jî her du karakterên di temenê hev de her sereke ne. Bûyer ji medreseya kurdî dest pê dike lê ji ber polîtîkayên dewletê her ku diçe bûyerên salên 1990'î ku bandoreke gelek mezin li civaka Kurdistanê kiriye, xwe didin der. Mistefa û Yûsif, gelek caran şahidiya van bûyeran dikin û di nava nakokiyên mezin de heyirî dimînin. Bûyer ji bajarê Colemêrgê dest pê dikin û li Geverê didomin. Yanî destpêk Colemêrg û dawî jî Gever e.    QALA ZORDESTIYAN DIKE    Pêkutî, zordestî, cinayetên kiryarên nediyar yên ji aliyê dewletê ve bi destê Hizbullahê ve pêk tên roj bi roj di romanê de zêdetir dibin. Li hemberî bûyerên ku diqewimin gelek caran pirçûnekên canê mirov hildibin. Lê her ku roman pêşde diçe taybetiya nivîskar Mehmet Akdogan derdikeve pêş. Nivîskar ji aliyekî ve bûyeran wekî ku qewimîne bi çavekî rasteqîn dide lê ji aliyê din ve jî berxwedan û raperîna gelê kurd jî bere bere dihûne. Di romanê de ji ber bûyerên giran ku li ber çavê mirov carekî din zindî dibin, gelek xembarî dide. Lê gava li hember van bûyeran geşbûna têkoşîna gelê kurd jî berze dibe, hêvî û şahiyeke nû bi mirov re peyda dibe. Mehmet Akdogan di nivîskariya xwe de di vir de dikeve dewrê. Li hemberî tariyê şerê ronahiyê jî datîne. Di destpêkê de tarî hêzdar e, gelek jî bi ser dikeve lê berxwedan û hewildana ronahiyê di encamê de xwe dide der û wek hêviyeke mayînde di dilê mirov de bi cih dibe.   CIH DIDE KAREKTERÊN JIN    Hêjayî gotinê ye ku Mehmet Akdogan di romanên xwe de cih dide karakterên jin ku ev karakter rewşa hemû bûyeran diguherînin. Di romana Bayê Cîlo de karakterên Gulê û Saryayê veguherînên mezin pêk anîbûn. Di romana Dengê Zê de jî vê carê em leqayî Sebrê tên. Dîsa di romanê de her çiqas vekirî neyê dîtin jî diya Mistefa ji gelek aliyan ve roleke mezin dilîze. Mehmet Akdogan ligel zimanê xwe yê herikbar ku ew dibêje "min havênê romanê ji diya xwe wergirtiye", vê carê romana xwe bi tevneke din dihûne. Heta beşa dawî roman di ritmekê de diherike lê gava em beşa dawî dixwînin her tiştên ku em dizanin serobin dibin. Ji hêlekê ve zimanekî herikbar, şayesandinên xurt, çîrokên rasteqîn û ji hêla din ve jî metafor û sembolên cihêreng seranser mohra xwe li romanê daye.    "Dengê Zê, bi şev û roj şahê newala xwe bû, hîn jî wisa ye…"