Li Dersimê darên kevnar şewitîn 2021-09-02 12:44:33 DERSIM/ÇEWLIG - Li Dersimê û Çewligê di şewatên daristanan de qadên berfireh şewitîn û dar û ber bûn xwelî.    Li navçeya Xozta Dersimê di 17’ê tebaxê de piştî operasyona leşkerî agir bi daristanê ket. Piştî Xozatê şewatên daristanan li geliyên Mûnzûr û Pilemûriye û gundê Tûremeşk bi ser navenda Dersimê ve jî derketin. Şewatên li Xozat, geliyê Mûnzûrê û Tûremeşkê hatin kontrolkirin. Şewatali Newala Roj a li Pilemûriyê 6 roj didome.    PIŞTÎ 13 ROJAN MUDAXILE HAT KIRIN    Şewata li gundên Xozatê 15 rojan dewam kir, piştî 13 rojan mudaxileyî şewatê hat kirin. Niştecihên herêmê, nûnerên rêxistinên sivîl û parlamenterên dixwestin biçin herêmê mudaxileyî şewatê bikin jî bi hêceta “herêma ewlehiya taybet” dihatin astengkirin. Şewat piştî 15 rojan hat vemirandin.    Şewata li Newala Roj ku dikeve Geliyê Pilemûriyê jî ji 28’ê tebaxê ve berdewam dike. Her çiqas niştecihên herêmê mudaxileyî şewatê tê kirin jî lê nayê vemirandin. Ji ber şert û mercên dijwar ên xwezaya li wir mudaxileya welatiyan kêm dimîne. Bi hezaran dar û berên li vê herêma şewitîn û hêj dişewitin.    DARÊN KEVNARE ŞEWITÎN    Di 29’ê tebaxê de jî li Kaniya Firtina Velî ya li Geliyê Mûnzûrê şewat derket. Piştî du rojan şewat hat kontrolkirin û bi sedan dar û berên kevnare yên berûyan şewitîn û li pey daran xweliya wan ma.    XORXOL    Li navçeya Xorxola Çewligê jî di 29’ê tebaxê de agir bi daristanêk ket û şewata li vir hat vemirandin. Li gorî agahiyên ku niştecihên herêmê dan di encama mudaxileya xelkê herêmê û helîkoptêran de vê sibehê hatiye vemirandin. Çavkaniyên herêmê dan zanîn ku bi sedan hektar qada bi dar şewitiye û bûye xwelî.