Malbata Şenyaşar: Gelo Wezîrê Dadê li kîjan welatî dijî? 2021-09-02 12:45:08 RIHA - Malbata Şenyaşar a 6 mehin li ber Edliyê Rihayê lêgerîna xwe ya edaletê dewam dike, bertek nîşanî gotina Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul “Deriyên edliyan, deriyên edaletê ne” da.    Emîne Şenyaşar a hevjîn û du lawên xwe di êrişa xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrişê bi birîndarî rizgar bû, Nobeta xwe ya Edaletê ya li ber Edliya Rihayê di roja 178’emîn dewam kirin. Di saetên serê sibê de, malbat li qada ku weke “Quncika edaletê ya Malbata Şenyaşar” tê binavkirin, dest bi çalakiya xwe kir. Malbatê, di çalakiyê de dowîzên “Bila edalet bê, zilam bi dawî bibe” û “Ji bo zarokên min ên hatin qetilkirin edalet, ji her kesî/ê re edalet” vekirin.    GELO DERIYÊ EDALETÊ LI KU YE?    Ferît Şenyaşar, di çalakiyê de, bertek nîşanî gotinên Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul ên weke “Deriyên edliyan, deriyên edaletê ne” yên duh di Merasîma Vekirina Avahiya Xizmeta Nû ya Dadgeha Bilind û Sala Edlî kirin da. Şenyaşar, diyar kir ku 6 mehin çalakiya xwe ya nobetê li ber Edliya Rihayê dewam dikin û wiha axivî: “Me axaftina Wezîrê Dadê Gul, bi îbret û matmayî guhdarî kir. Me fêm nekir ku daxuyaniya wezîr ka ji bo Tirkiyeyê yan jî  ji bo welatek din e. Gelo wezîr li kîjan welatî dijî, wezîrê kîjan welatiye? Ev 6 meh in dayikek li dadgehê li benda hevjîn û du lawên xwe yên hatine kuştine. Gelo deriyê ku Gul behsa wê dike, kîjan deriye? Ma Edliyeya Rihayê ne di nava van deriyan de ye?”     NIKARE BIKEVE EDLIYÊ!   Şenyaşar, da zanîn ku ev 6 meh in daxwaza edaletê ya dayika Emîne Şenyaşar nayê pêşwazî kirin û wiha rêz kir: “Dayikek ev 6 mehin li vê derê ye û nikare di vî derî re bikeve hûndir. Daxwazek mafdar heye. Rastî komkujiyekê hat. Lê nikare di vî derî re bikeve hûndir. Ger bikeve hûndir jî, dozger û dadger ji vê dayikê direvin. Ji ber ku li holê sûcê dewletê heye. Yên ku ev sûc kirin jî, xizmên parlamenterekê ne. Hesabê ji wan naxwazin. Bi awayekê pir aşkere, li Edliya Rihayê hiqûqa serdestan tê bi cih anîn. Ger dayika we di rewşa vê dayikê de bûya, wijdana we wê qebûl bikira?”   ‘TENÊ BI GOTINÊ EDALET NAYÊ’   Şenyaşar pirsa, “gelo wê vê zilmê heta kengî dewam bikin? kir û wiha got: “Birêz Wezîrê Dadê, werin vê derê. Hemû cîhan li zilma ku li ber Edaleta Rihayê temaşe dike û dibîne. Hûn jî werin vê bêedaletiyê bi dawî bikin. Dozên veşartî û tar, nayên çareserkirin. Komkujiya li nexweşxanê, li ber kamerayan hat kirin. Li ber çavên karmendên dewletê, gule li mirovan hatin reşandin. Bi linçê hatin qetilkirin. 3 sal û 3 meh derbas bûn. Hîna jî yek girtî û binçavkirin tuneye. Bi gotin gotinê edalet nayê. Ez bang li Wezîrê Dadê û xebatkarên wî dikim; Vê zilma ku cîhan dişopîne bi dawî bikin. Dayikamin 65 saliye. Ev 6 mehin li ser peyareyan rûdine. Hûn ji kîjan olî bawer dikin bikin, lê tu ol û bawerî vê yekê qebûl nake. Zilma ku dê weke deqek reş bikeve dîrokê, biqedînin. 'Edalet bingeha milkiyetê ye' lê ji bo me nîne.”   Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul etîket kir û wiha got:"Wezîrê Dadê Gul dibêje: 'Deriyên edliyeyan deriyên edaletê ne'. Dema van gotinana dike haya wî ji deriyê Edliyeya Rihayê tune ye. Ev dayika du zarok û hevjînê wê li nexweşxaneyê hat qetilkirin ev 6 meh in nikare ji vî derî derbasî hundur bibe. Cîhan vê zilma li ber derî dişopîne."