AYM’ê daxwaza dirêjkirina demê ya HDP’ê qebûl kir 2021-09-02 13:14:25 ENQERE - Dadgeha Destûra Bingehîn daxwaza dirêjkirina demê ya  HDP’ê qebûl kir û ji bo parastinê 30 rojên din jî da HDP’ê.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo parastina doza girtinê ji Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) daxwaza dema zêdetir kiribû. AYM’ê serlêdana HDP’ê nirxand û ji bo dirêjkirina demê 30 rojên din jî da HDP’ê.    ÇI BÛBÛ?   Desteya Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn îdianameya bi daxwaza girtina HDP’ê hatibû amadekirin bi piraniya dengan qebûl kiribû û ji bo parastinê bi qasî 2 mehan dem dabû HDP’ê. Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê serî li AYM’ê dabû û daxwaza dema zêdetir kiribû.