Ferda Cemîloglu hat veşartin 2021-09-02 13:18:42   AMED - Karsaza kurd Ferda Cemîloglu ku du roj berê wefat kiribû, hat veşartin.    Karsaza kurd Ferda Cemîloglu (70) ku neviya Cemîl Paşa yê Amedî ye du roj berê li Stenbolê ji ber nexweşîna penceşêrê koça dawî kiribû. Cenazeyê wê serê sibê anîn Goristana Yenîkoyê û piştî nimêja cenaze cenaze ji bo veşartinê birin Goristana Deriyê Mêrdînê ya ku ferdên malbata wê li wir veşartî ne. Gelek karsazên Amedî, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, Hevserokê HDP’a Amedê û parlamenter beşdar bûn. Jinan darbesta Ferdayê hilda ser milan û birin goristanê.    Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Ferdayê hat veşartin.    Malbata Cemîloglu diyar kir ew ê ji ber pandemiyê şînê daneynin û wê îro heta êvarê li Qonaxa Cemîl Paşa şîn were danîn.