Şewata li Bestayê didome 2021-09-02 17:55:07   ŞIRNEX - Şewata ku li herêma Girêbestkê ya Bestayê derketibû didome.       Şewata ku beriya 2 rojan li herêma Girêbestkê ya Besta derketî didome. Welatiyên ku dixwazin mudexele bikin, bi hinceta herêm qedexeye tên astengkirin. Şewat her ku diçe belav dibe.    Di heman demê de li gundê Beşirî yê navçeya Sîlopiyayê ya Şirnexê ku dikeve quntara Çiyayê Cûdi, îro danê nîvro agir bi daristanê ket. Nehat zanîn agir ji ber çi bi daristanê ketiye û her wiha nayê hiştin kes mudaxileyî agir bike.