Li Bongilanê şewata daristanan derket 2021-09-02 21:31:00   ÇEWLÎK - Di saetên êvarê de agir bi daristanên Çiyayê Grîz ê li gundê Elmasit ê navçeya Bongilanê ket.      Li navçeya Bongilanê ya Çewlîkê saet derdora 16.00'an agir bi daristanên Çiyayê Grîz ê li gundê Elmasirt ket. Li gorî agahiyên ku hatin wergirtin tu mudaxale li agirê nayê kirin û şewata daristanê didome.    Şewata ku di 29'ê tebaxê de li navçeya Korxolê derketibû jî piştî 5 rojan hatibû vemirandin.