ROJEVA 3'Ê ÎLONA 2021'AN 2021-09-03 09:00:39 * Endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim bang li Beşar Esad ê ku daxuyaniya “Ademî merkeziyet” dabû kir û got: “Divê ne yek alî, lazim e hemû alî muxatab werin girtin. Li derdora maseyekê pirsgirêkên Sûriyê dikarin werin çareserkirin.”  * Di ser qedexeya derketina derve ya yekemîn a Cizîrê re 6 sal derbas bûn. Keça Eşref Erdîn ku wê demê hatibû qetilkirin Rahmet Erdîn, wan rojan bi van gotinan vegot: "21 mirov kuştin. Ji pitika 2 mehî bigire heta bavê min ê 60 salî ji her kesî re gotin 'terorîst' lê wisa nîne."    * Dosya Parlamenterê DEP'ê Mehmet Sîncar ku beriya 28 salan li Êlihê hatibû qetilkirin bi demboriyê re rû bi rû ye. Hevjîna Sîncar Cîhan Sîncar, diyar kir ku hemû belge di arşîva dewletê de ne û dema ku bi kêrî wan bê dê mîna Dersimê derbixin holê.   * Şêniyên herêma Bestayê daxwaznameyekê ji Walîtî û Miduriyeta Daristanan a Şirnexê re şandin û gilî gazinên xwe anîn ziman. Şêniyan, di daxwaznameya xwe de destnîşan kirin ku xwezaya wan bi destê dewletê tê talankirin û ev daxwaz kirin: "Em pereyê we naxwazin destê xwe ji xwezaya me bikişînin."    *  Perwerdekarê Ma Mûzîkê Hunermend Mesûd Gever, ji bo destpêkirina serlêdanên akademiyên Ma Mûzikê bang li malbat û ciwanan kir ku serî li akademiyan bidin û wiha got: “Akademiya Ma Muzîke di heman demê de konservatuara muzîka kurdî ye.”   * Avahiya Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Zanîngeha Harranê ji bo bi 600 hezar TL neyê temîrkirin berî destpêkirina serdema nû ya perwerdehiyê ji Miduriyeta Polisan a Navçeyê re hat terxankirin. Miduriyeta Polisan jî ji bo temîrkirina avahiyê bi milyon û 879 hezar TL îhale vekir.    * Hevseroka MED-DER'ê Şîlan Elmas Kan, diyar kir ku wê careke din bi partî û komeleyên ku ji bo zimanî kurdî bibe zimanê perwerdehiyê kampanya îmzeyan dabûn destpêkirin re bên gelhev.    * Endama Komîsyona Penaberan a HDP'ê Ayfer Fatma Çelîk, diyar kir ku desthilat penaberan weke "razemeniyeke siyasî" dibîne û wê wan ji bo guhertina demografiyayê bi kar bîne.    * Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 179'an de berdewam bike.    * Danişîna ewil a doza derbarê erdheja Îzmîrê ku di 30'ê cotmeha 2020'an pêk hatibû de wê li Dadgeha Îzmîrê were lidarxistin. (10.00)   * Danişîna doza derbarê Erman Ekîcî yê ji Komkujiya Enqereyê tê darizandin wê li Dadgeha Enqereyê were lidarxistin. (10.00)    * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê wê têkildarî daxuyaniya girseyî ya di 4'ê Îlonê de li navçeyan belavokên bangê belav bikin. (10.00 - 19.00)   * Danişîna 10'emîn a doza derbarê Hevşaredariya Geverê Remziye Yaşar ku ji wezîfeyê hatibû girtin wê li Dadgeha Colemêrgê were lidarxistin. (11.00)   * Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Salîm Kaplan ê ji Polîtîkayên Ziman, Çand, Huner û Perwerdehiyê berpirsiyar e têkildarî sala nû ya perwerdehiyê wê li HDP'a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.30)   * Platforma Hawirdorê ya Meletiyê wê têkildarî lêgerînên madenê yên li bajêr li navçeya Puturge daxuyanî bide. (13.30)