Ji bo pitikê 35 rojî yê ku qetil kirin gotin 'terorîst'! 2021-09-03 09:09:06 ŞIRNEX - Di ser qedexeya derketina derve ya yekemîn a Cizîrê re 6 sal derbas bûn. Keça Eşref Erdîn ku wê demê hatibû qetilkirin Rahmet Erdîn, wan rojan bi van gotinan vegot: "21 mirov kuştin. Ji pitika 2 mehî bigire heta bavê min ê 60 salî ji her kesî re gotin 'terorîst' lê wisa nîne."  Di 4'e îlona 2015'an de Walîtiya Şirnexê li navçeya Cizîrê biryara qedexeya derketina derve ragihand. Bi vê biryarê re taxên Nûr, Cûdî, Sûr û Yafes'ê ji aliyê maşîneyên zirxî ve hatibû dorpêçkirin. Navçeya Cizîrê ku 150 hezar gelheya wê heye, piştî qulibandina meseya çareseriyê ya bi hinceta cînayeta 2 polisan a li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, bûbû yek ji navendên "Plan Çokşikandinê". Qedeya ku 4'ê îlonê hatibû îlankirin piştî 9 rojan di 12'ê îlonê de bi dawî bû. Waliyê wê demê yê Şirnexê Alî Îhsan Sû daxuyaniyek dabû û ragihandibû ku operasyoneke "serkeftî" pêk anîne û spasiya gelê Cizîrê kiribû. Ji bilî vê derbarê tiştên li navçeyê pêk hatibû tu agahî nehatibûn parvekirin.    21 KES HATIBÛN QETILKIRIN   Lê di rastiyê de ji pitika 35 rojîbigire heta mirovên 80 salî bi giştî 21 sivîl hatibûn qetilkirin. Nav û temenê sivîlên ku hatibûn qetilkirin wiha ne: Mehmet Emîn Levent (21), Haci Ata Borçîn (70), Hetban Bulbul (65), Saît Çagdavûl (19), Mûhammed Tahîr Yaramiş (35 roj), Cemîle Çagirga (10), Osman Çagli (18), Îbrahîm Çîçek (80), Meryem Sune (53), Ozgur Taşkin (20), Seyît Eşref Erdîn (60), Zeynep Taşkin (18), Maşallah Edîn (35), Sayît Nayîcî (17), Selman Agar (10), Bunyamîn îrcî (15), Mehmet Dîkmen (70), Bahattîn Sevînîk (50), Sûphî Saral (50), Mehmet Erdogan (75) û Mehmet Emîn Açik (70).   Malbata Cemîle Çagirga ya 10 salî ji bo ceanzeyê wê bêhn nede di sarincê de veşartibû. Ji bilî van mirinan asta hilweşandina li navçeyê bi wêne û dîmenên ku rojnamegeran kişandibûn derketibû holê. Cemîle û Mûhammedê ku darbesta wî ya bi qasî laşê wî mezin jî di navde cenazeyê 16 kesan rojek piştî rakirina qedexeyê bi merasîm hatin veşartin.    SEDEMÊN MIRINA DERENGMAYÎNA AMBÛLANSAN E   Bi qedexeyê re xetên ceyran, telefon û înternetê li navçeyê hatibû birîn û depoyên avê yên li ser baniyan jî bûbûn hedefa leşker û polisan. Di raporên ku piştî qedexeyan hatin amadekirin de hatibû destnîşankirin ku piraniya kesên jiyana xwe ji dest dane ji ber derengmayîna ambûlansan jiyana xwe ji dest dane. Rexmî ku di ser qedexeyan de 6 sal derbas bûne jî mirov hê li navçeyê rastî şûnê guleyên ku li avahiyan ketine tê. Serpêhatiyên wê demê jî di bîra xizmên kesên wê demê hatine qetilkirin de weke birînên qalek negirtî teze ne.    JI BER AV QEDIYA DERKET SER BANÎ   Yek ji kesên ku dema qedexeyan ji aliyê sekvanan ve hatibû qetilkirin Eşref Erdîn bû. Erdîn dema ku xwestibû li depoya wan a avê binêre ji aliyê sekvanan ve hatibû qetilkirin. Keça Erdîn Rahmet Erdîn, got ku tiştên pêk hatine weke ku duh bûbûn tên bîra wê û qala wan rojan kir. Erdîn, da zanîn ku bi destpêkirina qedexeyê re gule di ser wan de bariyan e û wiha got: "Ji ber barîna guleyan me nikaribû serê xwe ji malê derbixista. Ji ber ku avên depoyên baxçeyên me qediyan bavê min bi şev saet derdora 23.00'an derket ser banî. Dema ku heta saetek deng jê nehat me çû le nêrî û dît ku birîndar e."   DESTÛR NEDAN AMBÛLANSÊ   Erdîn, destnîşan kir ku bavê xwe bi awayekî birîndar ji ser banî daxistina hewşa mala xwe û bi van gotinan qala wê demê kir: "Me gazî ambûlansê kir lê gotin ji ber şer nikarin bên. Li ser vê me agahî da polisan û hewl da bi wesayîta xwe bavê xwe bibin nexweşxaneyê. Me plaqeya xwe jî dabû polisan. Dema ku bavê min li wesayîtê siwar kir û derketin serê kuçeyê guleyan di ser me de barandin. 3 gule li wesayîta me ketin. Em careke din vegeriyan malê. Ne destûr dan ambûlans bê ne jî hiştin em bavê xwe bibin nexweşxaneyê. Saet derdora 05.00'ê sibehê bavê min rehmet kir."   WÊ TÊKOŞÎNA XWE HIQÛQÎ BIDOMÎNIN   Yek ji tiştên ku dilê Erdîn dag dike qebûlnekirina sivîlbûna bavê wê û kesên ku din ku wê demê hatin qetilkirine. Derbarê mijarê de Erdîn ev tişt got: "21 mirov kuştin. Ji pitika 2 mehî bigire heta bavê min ê 60 salî ji herkesî re gotin 'terorîst' lê wisa nîne." Erdîn, got ku heke di ji lêpirsîna kuştina bavê xwe ya 6 salan didome encam negirin jî wê ji bo derxistina holê ya faîlan têkoşîna xwe ya hiqûqê bidomînin.    MA / Mujdat Can