Di cînayeta Sîncar de 28 sal: Hemû belge di arşîva dewletê de ne 2021-09-03 09:10:43 MÊRDÎN - Dosya Parlamenterê DEP'ê Mehmet Sîncar ku beriya 28 salan li Êlihê hatibû qetilkirin bi demboriyê re rû bi rû ye. Hevjîna Sîncar Cîhan Sîncar, diyar kir ku hemû belge di arşîva dewletê de ne û dema ku bi kêrî wan bê dê mîna Dersimê derbixin holê. Parlamenterê DEP'ê yê demê Mehmet Sîncar ku ji bo lêkolînkirina cînayeta faîl meçhûl a endamê Meclisa Partiya wan Habîp Kiliç ve Hîkmet Kiliç çêbû Êlihê, di 4'ê îlona 1993'an de li kuçeya Elma ya bajar bi rêveberê Rêxistina Bajar a DEP'ê ya Êlihê Metîn Ozdemîr re hat qetilkirin. Di ser qetilkirina Sîncar re 28 sal derbas bûn. Piştî cînayetên Wezîrên demê yên dewletê Necmettîn Cevherî û Mehmet Golhan gotibûn ku beyî ku 24 saet derbas bibin faîl hatine girtin. Bi heman rengî Serokwezîra demê Tansû Çîler jî ragihandibû ku faîl hatine girtin. Midurê Giştî yê Polisan ê demê Mehmet Agar ku niha navê wî weke "serokê dewleta kûr" derbas dibe jî ev daxuyanî, "Kar têk birin., Karê ku jê derkevin têk birin. Em hinek bêdeng bibin." dabû û negirtina faîlan ragihandibû.    Piştî vê daxuyaniyê rayedarên hikûmetê ku girtina faîlan ragihandibûn derketibûn pêşberî qamereyan daxuyanidbûn ku faîl nehatine girtin.    FAÎL DI RAPORA SÛSÛRLÛKÊ DE NE   Agahiyên derbarê cînayeta ku destpêkê Tûgaya Întîkamê ya Tirk (TÎT) li xwe girt de piştî 3 salan di qezaya trafîqê ku di 3'ê mijdara 1996'an de li navçeya Sûsûrlûkê ya Balikesîr pêk hat der derketin holê. Di rapora Sûsûrlûkê de derbarê cînayeta Sîncar de hurgiliyên balkêş cih girtin. Di raporê de hatibû destnîşankirin ku Mehmet Sîncar û Metîn Ozdemîr ji aliyê Mahmût Yildirim ku bi qoda "Yeşîl" dihat nasîn û îttîrafkar Alaattîn Kanat, Îsmaîl Yeşîlmen û Mesût Mehmetoglû ve hatiye qetilkirin. Rexmî rapora ku radestî Serokwezîrê demê Mesût Yilmaz hat kirin jî heta niha ji damezrînerê JÎTEM'ê Mahmût Yildirim nehatiye girtin.    JI DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN BIRYARA BERDANÊ   Li gel navên ku di Rapora Sûsûrlûkê de cih girtin jî tenê weke faîl girtiyê Bîzbûllahê Cîhan Yildiz û Ejder Arpa yê firar ku qet nehat girtin hatin darizandin. Di darizandinê de cezayê muebbetê li Yildiz hat birîn û dosya Arpa jî hat cihêkirin. Pêwîst nehat dîtin ku derbarê kesên din de lêkolîn bê kirin. Daxwaza ji nû ve darizandinê ya parêzerê Yildiz jî di sala 2019'an de ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hat qebûlkirin û Yildiz hat berdan. Ji ber ku darizandin di 2'ê cotmeha 2019'an de careke din li 6'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê destpê kir xetere heye ku dosya bikeve ber demboriyê. Beriya danişîna dawîn ku wê di 6'ê îlonê de bê dîtin malbat û parêzerên Sîncar daxuyanî dan û bal kişandin ser xetereya demboriyê û xwestin ku faîlên esil bên darizandin û cezakirin.    BELGE DI ARŞÎVA DEWLETÊ DE NE   Hevjîna Sîncar Cîhan Sîncar ku ji roja destpêkê ya cînayetê li faîlan digere derbarê dozê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Cîhan Sîncar, diyar kir ku weke faîl gelek navên sexte danîne pêşiya wan û wiha got: "Êdî kurd ne ew kurdin dema Osmaniyan e ku bên xapandin. Rexmî ku hevjînê min parlamenter bû jî meclisê derbarê cinayeta wî de heta niha tu lêkolîn nekiriye. Bi cînayetê hat xwestin ku pêşî li kurdan bê girtin. Kujer ne kesek e, pergal e. Weke malbata wî em bi hevalên wî yên têkoşîn re hesabê wî dipirsin. Hemû belgeyên divê derkevin holê di arşîvên dewletê de cih digirin. Heke bixwazin wê rojekê derxin holê lê naxwazin. Dema ku bi kêrî wan bê wê weke Dersimê derbixin holê."    ŞERMA MECLISÊ   Sîncar, da zanîn ku wê heta dawiyê hesab bipirsin û dernexistina faîlan a holê jî weke şermeza meclisê pênase kir û ev tişt anîn ziman: "Weke ya Mûsa Anter, Wedat Aydin û bi hezaran kurdên ku hatine qetilkirin dosyayê ji demboriyê re hiştine. Em milletek in, bi kuştinê nikarin me biqedînin. Em ê li xaka xwe bin. Hikumeta niha ji hikûmeta wê de betertir e. Wan kuşt, vana bi rengekî din dikujin. Naxazin ku gora kurdî mirî hebe da ku kes bi bîr neyne. Lê kurdan ne Şex Seîd ne Seyît Riza û ne jî bi hezaran kurdên qehreman ji bîr kiriye."   AKP'Ê SERÊ GIRT   Di berdewama axaftina xwe de Sîncar, destnîşan kir ku di sala 2004'an de bi destê AKP'ê qanûnên ku hatine derxistin pêvajoya sergirtina cînayeta Mehmet Sîncar û cînayetên mîna wê hatiye destpêkirin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Hemûyan bi hev re kir. Li gorî wan herkes qehremanê dewletê ye. AKP'ê kurê Mehmet Agar li Xarpêtê kirine parlamenter. Niha jî Sedat Peker wan teşhîr dike. Li ser rantê şerê hev dikin. Em di ferqa her tiştî de ne. Ji ber vê me qebûl nekir. Sozê me ji yên di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dane re heye. Bedêla wê çi dibe bila bibe em ê xwedî derkevin û hesab bipirsin. Serê me bilind e. Heta ku em saxbin wê serê me bilind be."   MA / Ahmet Kanbal