Avahiya ku bi 600 hezar TL'yî nehat temîrkirin bi milyon û 879 hezar TL hat temîrkirin 2021-09-03 09:12:30 RIHA - Avahiya Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Zanîngeha Harranê ji bo bi 600 hezar TL'yî neyê temîrkirin berî destpêkirina serdema nû ya perwerdehiyê ji Miduriyeta Polisan a Navçeyê re hat terxankirin. Miduriyeta Polisan jî ji bo temîrkirina avahiyê bi milyon û 879 hezar TL îhale vekir.    Asasê avahiya Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Çandiniyê ya Zanîngeha Harranê di sala 2009'an de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê hat avêtin û di 27'ê gulana 2015'an de hat vekirin. Lê beriya destpêkirina serdema nû ya perwerdehiyê avahî ji Miduriyeta Polisan a Navçeyê re hat terxankirin. Rêveberiya Zanîngeha Harranê, ji ber ku ji bo temîrkirina dibistanê pêwistî bi 600 hezat TL hebû dibistanê veguhast Kampusa Osmanbey a navenda Rihayê. Piştre avahî ji Miduriyeta Polisan a Navçeyê re hat terxankirin. Avahiya ku ji bo temîrkirina wê 600 hezar TL zêde hat dîtin ji aliyê Miduriyeta Polisan ve ji temîrkirinê bi milyon û 879 hezar TL hat îhalekirin. Li gorî agahiyên hatin wergirtin 15 fîrma tevlî îhaleyê bûne û Şîrketa Lîmîted a Bazirganî, Pîşesaziyî, Nakliyat, Petrol,  Şêwirmdarî û Endezyarî ya Gulîşte îhaleyê girtiye.    HER SAL SOZ HAT DAYÎN   Li gel ku dibistan di sala 2015'an de hat vekirin jî lê perwerdehî nehat dayîn. Destpêkê karker li dibistanê bi cih bûn. Piştre veguherî navendên qursan. Rexmî ku Alîkarê Rektorê Zanîngeha Harranê Prof. Dr. Şerafettîn Çelîk, di sala 2017'an de ragihand ku wê dibistan di sala 2018'an de vebibe jî di sala 2018'an de jî dibistan venebû.    WARGEHA BÛ ŞAREDARÎ Û ŞAREDARÎ JÎ BÛ EDLIYE   Li aliyê din piştî ku avahiya zanîngehê veguhezî navenda Rihayê, wargeha xwendekaran a 200 kesî ku şaredariyê çêkiribû jî bêyî ku bêkaranîn ji bo Şaredariya Serêkaniyê hat terxankirin. Avahiya berê ya şaredariyê jî bi biryara meclisa şaredariyê bi hinceta ku Avahiya Edliyeya Rihayê biçûk e ji bo edliyeyê hat kirêkirin.    MA / Arjîn Dîlek Oncel