Ji bo 21 sivîlên li Cizîrê hatin qetilkirin xwestin Komîsyona Lêkolînê were avakirin 2021-09-03 11:20:11 ENQERE - Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê ji bo 21 welatiyên sivîl ku di serdema qedexeya derketina derve ya li Cizîrê 9 rojan hatibû sepandin de jiyana xwe ji dest dan, xwestin Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê were avakirin.    Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di navbera 4-12’ê îlona 2015’an de qedexeya derketina derve hatibû ragihandin û di 9 rojên qedexe de pitik jî di nav de 21 sivîlan jiyana xwe ji dest dabû. Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Nûran Îmîr, Hasan Ozguneş û Huseyîn Kaçmaz ji bo kuştina 21 welatiyên sivîl zelal bibe pêşniyazpirsa ku Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê were avakirin dan. Di nav van sivîlan de Muhammed Tahîr Yaramiş ê 35 rojî û Cem3ile Çagirga ya 10 salî jî hebûn.    SÛCÊ MIROVAHIYÊ PÊK HAT   Parlamenterên HDP’ê di pêşniyazpirsa xwe de bi boneya bi awayek zelal lêkolîn were kirin xwestin li tavilê Lêkolîna Meclîsê were kirin. Parlamenteran di pêşniyazpirsê de gotin tevî hemû delîlan jî biryara dozvenekirinê ji bo dosyeyên sivîlan dan. Parlamenteran di pêşniyazpirsê de bi bîr xist ku Tirkiye neçare xalên wek “mafê jiyanê”, “azadiya lêgerîna maf”, “mafê darizandina adil”, “qanûniya sûc û cezayan” û hwd. yên Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê ku Tirkiyuê di sala 1954’an de îmze kiriye û terefê wê ye pêk bîne. Parlamenteran di pêşniyazpirsê de got dozên ku bi dozvenekirinê bi encam bûn tenê ne bêhiqûqî ye di heman demê de sûcê li dijî mirovahiyê ye jî.    NAVÊ QURBANIYAN    Navên welatiyên ku hatibûn qetilkirin wiha ne: Mehmet Emîn Levent (21), Haci Ata Borçîn (70), Hetban Bulbul (65), Saît Çagdavûl (19), Mûhammed Tahîr Yaramiş (35 roj), Cemîle Çagirga (10), Osman Çagli (18), Îbrahîm Çîçek (80), Meryem Sune (53), Ozgur Taşkin (20), Seyît Eşref Erdîn (60), Zeynep Taşkin (18), Maşallah Edîn (35), Sayît Nayîcî (17), Selman Agar (10), Bunyamîn îrcî (15), Mehmet Dîkmen (70), Bahattîn Sevînîk (50), Sûphî Saral (50), Mehmet Erdogan (75) û Mehmet Emîn Açik (70).