Şahidê Komkujiya 10’ê Cotmehê: Di hizûra leşker û îstîhbaratê de bi fermandarê DAIŞ’ê re axivîm 2021-09-03 12:44:42   ENQERE - Di danişîna Doza Komkujiya Enqereyê de Kasim Kurt ê wek şahid hat guhdarkirin, diyar kir ku ew di hizûra îstîhbarat û leşkeran de bi fermandarê DAIŞ’ê Îlhamî Bali re axiviye.    DAIŞ’ê li Enqereyê di 10’ê Cotmeha 2015’an de li dijî mitînga aştî û demokrasiyê ya li ber Gara Trênê ya Enqereyê êrişa bombeyî pêk anîbû û 103 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Danişîna 12’emîn a doza derbarê Erman Ekîcî ku ji sûcê li dijî mirovahiyê kiriye û 16 bersûcên firar de hatiye vekirin, li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat lidarxistin. Malbatên qurbaniyên komkujiyê û parêzerên malbatan û rêveberên HDP’ê beşdarî danişînê bûn.    TESPÎTA NASNAMEYA LAWÊ WÎ NEHAT KIRIN    Di danişînê de ewilî Muhammed Kasim Kurt ku hevdîtina bi telefonê bi fermandarê DAIŞ’ê Îlhamî Bali re kiriye bi awayek ku şahid e hat guharkirin. Kurt bi rêya Pergala Dîmen û Deng (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû û îdia kir ku guhên wî baş nabihîzin û got ew kesê li cem wî ye lawê wî ye û wê pirsan ew jê re ragihîne. Dadger bêyî ku derbarê wî kesê tê gotin lawê wî ye tespîta nasnameyê bike, daxwaza bersûc qebûl kir.    ‘DEWLETÊ XWEST EZ BIAXIVIM’    Kurt îdia kir ku ew ji bersûcên firar kesî nas nake û nimreya telefona wî kev ne û nêzî 8 mehan e girtî ye û ji 2008’an vir ve bikar aniye. Serokê dadgehê jê re got “ev nimre di heman demê de bi Îlhamî Bali re jî axiviye, tu wî nas dikî?” Kurt bersiva pirsê da û got: “Naxêr. Gelek xizmên me li Sûriyê hene. Di wê heyamê de eskerek tirk li Sûriyê miribû û yek jî dîl hatibû girtin. Mezinên dewleta me, cîgirê Wezîrê Karên Navxweyî û Waliyê Kilîsê ji min xwestin ji bo wî leşkerî bi Sûriyê re peywendiyê deynim. Ji ber vê yekê min peywendiya xwe danî. Belê ez bi rayedarê DAIŞ’ê re axivîm û ji ber vê telefonê 5 meh ceza li min hat birîn.”    AGAHIYA DAIŞ’Ê DAYE ÎSTÎHBARATÊ   Kurt anî ziman ku di dawiya sala 2015’an de kesek bi navê “Furkan” çûye mala wî av xwestiye û jê re gotiye birayê wî tevlî DAIŞ’ê bûye. Kurt got li ser vê yekê her çiqas wî leşkeriyê û îstîhbarata Kilîsê agahdar kiriye jî lê wan jî jê re gotiye “heke lazim bibe em ê bibînin.”    DI HIZÛRA LEŞKERAN DE AXIVÎ YE   Pişt re parêzerên dozê têkildarî hevdîtina bi telefonê pirsan ji Kurt kirin û wiha got: “Ez di hizûra midurê şaxa îstîhbaratê, serpel û binefser pir eşkere bi fermandarê DAIŞ’ê yê ser sînor Îlham Bali re axivîm. Pişt re jî gotin ‘te çima hevdîtin’ kiriye û min girtin. Navê wan leşkeran û îstîhbarvanan nayê bîra min.”    SEROKÊ DADGEHÊ NEXWEST KU BERSIV WERE DAYÎN    Li ser vê yekê parêzerên dozê navê leşkeran jê pirsî, serokê dadgerê got “bersivê nede” û ji axaftina Kurt re bû asteng. Parêzer û malbatan bertek nîşanî dadger da û gotin “tu qatilan diparêzî.”    DAXWAZ HAT REDKIRIN    Parêzeran xwest navê leşkeran were eşkerekirin. Dadger daxwaza parêzeran red kir. Kesê ku tê îdiakirin lawê bersûc e, pirsên parêzeran xelet jê re ragihand. Parêzeran bertek nîşanî rewşê da û xwestin tespîta nasnameya wî kesî were kirin. Li ser israra parêzeran tespîta nasnameya wî hat kirin.     Danişîn bi îfade dayîna Kurt berdewam dike.