Li Karazê 3 kes hatin girtin 2021-09-03 13:47:30   AMED - Ji 8 kesên ku eskeran li navçeya Karazê li wan dabûn û binçav kiribûn 3 jê hatin girtin.    Di 26'ê tebaxê de cendirmeyan bi ser gundê Hewrê yê navçeya Karazê ya Amedê de girtibûn. Di serdegirtinê de cendirmeyan welatiyên bi navê Salîha Narîn, Fatma Narîn, Ûbeydûllah Narîn, Veysî Narîn, Hatûn Dagtaş, Azad Dagtaş û 2 kesên ku navê wan nehatin zanîn bi îdiaya “alîkariya rêxistinê" û "lidarxistina çalakî û xebatên li ser navê rêxistinê" bi îşkenceyê binçav kiribûn.   Ûbeydûlah Narîn û Salîh Narîn piştî ku îfadeyên wan li Miduriyeta Polîsan a Amedê hatibûn girtin di 31’ê tebaxê de hatibûn berdan. Fatma Narîn, Veysî Narîn, Hatûn Dagtaş, Azad Dagtaş û 2 kesên navê wan nehatin zanîn piştî kirariyên wan ên miduriyeta polîsan qediyan, duh şev sewqî dadgehê hatin kirin. Azad Dagtaş û 2 kesên ku li dozgeriyê îfadeyên wan hatin girtin bi şertê kontrola edlî, Veysî Narîn, Fatma Narîn û Hatûn Dagtaş jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.    3 KES HATIN GIRTIN   3 kesên ku li dadgehê îfadeyên wan hat wergirtin bi şertê kontrola edlî hatin berdan, Veysî Narîn, Fatma Narîn û Hatûn Dagtaş bi heman îdiayan hatin girtin.