Li Meletiyê di 4 salan de 867 serlêdanên ÇED’ê hatin kirin 2021-09-03 16:45:47   MELETÎ - Nûnerê MALÇEP’ê yê Navçeya Şîro Ramazan Derîn, da zanîn ku li Meletiyê di nava 4 salan de 867 serlêdanên ÇED’ê hatin kirin.    Platforma Hawirdorê ya Meletiyê (MALÇEP) têkildarî lêgerînên madenê yên li navçeya Şîro, Çemê Şîro û li herêmê zêde bûn li Qada Şîno daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankartên “Ji madenvaniya hov re na” , “Bila çemên me azad bi herikin” û “Dest nede xwezayê” vekirin. Di daxuyaniyê de Nûnerê MALÇEP’ê yê Navçeya Şîro Ramazan Derîn axivî.    Derîn, destnîşan kir ku li ser xwezayê projeyên bixeter hene û wiha got: “Xweza dikare bêmirov bijî lê mirov nikarin bêxweza bijîn. Em li dijî hişmendiya ku ligel biryara darazê, gel û 2 hezar 417 îmzeyan di projeya islahkirinê ya Çemê Şîro de israr dikinin. Em li dijî projeya ku li ser Çemê Pereş hatiye çêkirin û bibe sedemê ku 8 gund ji holê rabin in.”   ‘EM LI DIJÎ MADENVANIYA HOV IN’   Derîn, diyar kir ku gelemperiyê Meletiyê di nava 4 salan de 867 serlêdanên ÇED’ê hatine kirin û wiha berdewam kir: “Em ne li dijî madenvaniyê ne. Em li dijî madenvaniya hov in. Em li dijî ne kontrolkirina madenan in. Bi kurtasî em li dijî her cure madenên ku daristan, zevî, jîngeh û avên me qirêj dikinin.     TÊKOŞÎN   Derîn, bi lêv kir ku naxwazin hevsengiya ekolojîk xerabibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em weke Platforma Hawîrdorê ya Meletiyê soz didin ku wê li Argan, Erebgir, Erxevan, Battalgazî, Wêranşar (Doganşehîr), Doganyol, Hekîmxan, Kale, Kûlûncak, Şîro dest bidin hev û li dijî madenvaniya hov û talankirina xwezayê bi hev re têbikoşin.”