ROJEVA 4'Ê ÎLONA 2021'AN 2021-09-04 09:00:08 * Karkerên Şaredariya Bakirkoyê ku ji ber endamtiya xwe ya sendîkayê ji kar hatin derxistin, ev tişt gotin: "Divê karker bi awayekî birêxistinkirî hişmendiya çînê tevbigerin û êdî dengê xwe li dijî karsazan derbixin." * Di dosyayên kesên ku di qedexeya derketina derve ya Cizîrê ya 9 rojan de jiyana xwe ji dest dan de tu pêşveçûn çênebû. Parêzer Huseyîn Tul, diyar kir ku ji ber bi awayekî bibandor lêpirsîn nayê kirin 6 salan tu gumanbarek nehatiye tespîtkirin.    * Qereqola ku li Bajarê Dîrokî Dakyanûsê hat lêkirin bi biryara Daniştayê hat rawestandin. Şûnwarnas Ahmet Kinay, biryara ku ji aliyê Lijneya Parastinê ve hatiya dayîn weke "qirkirina çandî" bi nav kir û Parêzer Devrîm Bariş Baran jî daxwaz kir ku biryar bê vekişandin.    * Hunermend Kadîr Çat ku di 1'ê Îlonê de destûr nehat dayîn li Edenê derkeve ser dikê û stranan bibêjê, ev tişt got: "Ji sekna û stranên hunermendên muxalîf ditirsin."   * Edîtorê Rojnameya Yenî Yaşamê Înan Kizilkaya, diyar kir ku serlêdanên Xelatên Rojnamegeriyê yên Şehîdên Çapameniya Azad a Mûsa Anter didomin û got ku armanca wan ew e ku nirxên çapemeniy azad bigihînin pêşerojê.    * Di rapora ku têkildarî hestiyên li navçeya Kerboranê di şikeftekê de hatibûn dîtin hat amadekirin de hat diyarkirinku hestî yên 27 kesan e û yên sed sal berê ne. Tê gotin ku qada hestî lê hatine dîtin ku niha bûye Baxçeyê Milletê goristanên ermenî û suryaniyan bin.    * Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ku bi kuştina Fermandarê Artêşa Tirk ê Herêma Amedê Bahtiyar Aydin ku ji aliyê JÎTEM'ê ve bi kanasê hatibû kuştin tê sûcdarkirin, ev tişt got: "Ji bo ku dosya min bê girtin dewlet li benda mirina min e. Dewletê bixwe ji xwe re qurbanek hilbijartiye.   * Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 180'yan de berdewam bike.    * Rêxistina HDP’ê ya Êlihê wê parlementerê DEP’ê Mehmet Sîncar li Kolana Elma ya lê hatibû qetilkirin bi bîr bîne. (11.00)   * Xizmên windayan wê li Amed û Êlihê çalakiya rûniştinê pêk bînin. Li Amedê piştî demekî dirêj wê cara ewil li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolûyê bên gelhev. (12.00)   * Dayikên Şemiyê wê di hefteya 858'emîn de, li aqûbeta windayan bipirsin û daxwaz bikin ku kujer bên cezakirin. (12.00)    * Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş wê cara 365’emîn li Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê werin gelhev. (12.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş wê li pêş Sumerbanka Kevin a Konakê daxuyaniyê bide. (13.00)    * Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, wê çalakiya Rûniştina F a 493'yemîn bi onlînê li dar bixe. (13.30)   * Meclîsa HDK’ê ya Mêrsînê, wê bi tevlîbûna Hevberdevk Esengul Demîr li Komeleya Yenî Dunyayê Hevdîtina Çandan pêk bîne. (15.00-22.00)   * Platforma Ked û Demokrasiyê wê têkildarî 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li pêş AZC Plazayê daxuyaniyeke girseyî bide. (16.00)   * HDP û TUHAY-DER, wê di çarçoveya “Dema Azadiyê” de li navçeya Nazîllî ya Aydinê bi gel re werin bahev. (19.00)   * Wê 6’emîn konserên Amîdayê ku ji aliyê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) ve li cihên dîrokî tên lidarxistin bi awayekî online were weşandin. (20.00)