Rapora ATK'ê ya hestiyên ku li Kerboranê hatibûn dîtin amedê bû 2021-09-04 09:20:47 MÊRDÎN - Di rapora ku têkildarî hestiyên li navçeya Kerboranê di şikeftekê de hatibûn dîtin hat amadekirin de hat diyarkirinku hestî yên 27 kesan e û yên sed sal berê ne. Tê gotin ku qada hestî lê hatine dîtin ku niha bûye Baxçeyê Milletê goristanên ermenî û suryaniyan bin.  Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê ku di salên 1990'î de gelek cînayetên faîlên wan mecçhûl lê pêk hatin, di 28'ê gulana 2020'an de di şikeftekê li mezraya Lîbka Kaniya ya gundê Derêca de komeke hestî hatibûn dîtin. Ev hestî ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hatibûn komkirin û radestî Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Wezareta Edaletê hatibûn kirin. ATK'ê, têkildarî van hestiyan raporek amade kir û diyar kir ku hestî yên 27 kesan e.    HESTIYÊ SED SAL BERÊ NE   Di raporê de hatiye destnîşankirin ku li gorî lêkolînên ku li ser wan hatine kirin hestî yên mirovên sed sal berê ne. Li gorî lêkolînên li ser hestiyan; ji 27 kesan 2 jê zarok bûne û yên din hemû temen mezin bûne. Di encama raporê de hatiye diyarkirin ku ji ber mînake ku li ser xebata DNA'yê bê kirin nehatiye tespîtkirin li ser hestiyan xebatên DNA'yê nehatiye kirin.    HESTΠ   Ji ber ku di raporê de hatiye destnîşankirin hestî yên sed sal berê ne careke din angaşta ku hestî piştre derbasî şikeftê hatine kirin anîn rojevê. Tê gumankirin ku hestî yên ji goristana ermenî û suryaniyan ku bi hevkariya Şaredariya Kerboranê ya AKP'î û Ajansa Geşepêdanê ya Dîcle (DÎKA) li serê Baxçeya Millet hat çêkirin hatin derxistin bin. Bi demeke kurt beriya dîtina hestiyan dema çêkirina baxçe hestî bi traktoran hatibûn kişandin.    SUDEF: BILA AQÛBETA HESTIYAN BÊ AŞKERAKIRIN   Serokê Federasyona Komeleyên Suryaniyan (SUDEF) Evgîl Turker, diyar kir ku berê jî fikarên xwe anîn ziman ku dibe hestiyên di şikestiyê de hatine dîtin ên goristana ermenî û suryaniyan bin û ev tişt anîn ziman: "Em difikirin ku hestî yên ji goristana ji bo Baxçeyê Millet hat tunekirin hatine derxistinin. Hestiyan piştre birine şikeftê. Ev ji vegotinên mirovên ku erdê wan li herêmê hene jî tê fêmkirin. Di rewşa heyî de em dikirin ku hestî ji goristana Tirbik hatine derxistin. Goristanên mirovên ku dema Sayfo hatibûn qetilkirin jî li wir hebûn. Lê bi vî awayî tune bûn. Mîna goristanê hewl didin hestiyan jî winda bikin û bîrê jê bibin. Em dixwazin ku bê teqezkirin ku hestî ji kuderê birine wir û bê aşkerakirin ku hestiyên ji goristana ermenî û surniyan hatine derxistin birine kuderê."   MA / Ahmet Kanbal