Li Tekîrdagê trênê li mînîbusê da: 4 kesan jiyana xwe ji dest da 2021-09-04 10:20:06   TEKÎRDAG - Trêna bar li navçeya Ergeneyê, li ser rêya ku rêya hesin û bêjahiyê digihije hev li mînîbûsê da. Di qezayê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da, 7 kes jî birîndar bû.    Trêna bar a ji aliyê Edîrneyê ve dihat û ber bi Stenbolê ve diçû, li navçeya Ergeneyê li mînîbûsa karkeran a bi pîlaqeya 50 ADJ 755 da. Qezaya ku di ketina Taxa Velîmeşe ku rêya hesin û bêjahiyê digihije hev pêk hat de li gorî agahiyên destpêkê 4 kesan jiyana xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûne.   Têkildarî bûyerê lêkolîn didomin.