Dayika Mîhraç: Min ji polîsan pirs nekir ku çima ev tişt anîne serê kurê min 2021-09-04 13:31:45   ŞIRNEX- Dayika Mîhraç Mîroglu yê 7 salî ku li navçeya Hezexê wesayîta zirxî lê qelibî û jiyana xwe ji dest da axivî û ev tişt got:"  Min ji polîsan nepirsî ku wan çima ev anîn serê kurê min"   Duh li taxa Tûrgût Ozal a navçeya Hezexê ya Şirnexê maşîneya zirxî li zarokê bi navê Mîhraç Mîroglû yê 7 salî qelibîbû û ew kuştibû. Dayika Mîhraç, Nazîfe Mîroglu der heqê bûyerê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.     'MIN JI WAN NEPIRSÎ'   Dayik Mîroglu, anî ziman ku duh ew bi hawara cîranan daketiye kolanê û wiha behsa bûyerê kir:" Duh bi qêrîn û hawara cîranan ez derketim kolanê. Cîranan ji min re gotin, maşîneya zirxî kurê te kuştiye. Dema ku ez çûm cihê bûyerê min dît ku kolan ji hêla polîsan ve di bin dorbêçê de ye. Min ji polîsan re negot ku we çima ev anî serê kurê min. Min bi erebeyê birin nexweşxanê û kurê min nîşanî min nedan."   'EW HER CARÊ DILÊ ME DIŞEWITÎNIN'   Dayik Mîroglu bang kir ku maşîneya zirxî bi lezgînî neyên ajotin û ev tişt got:" Bila bi maşîneyên zirxî  zû neçin. Zarokan neşikînin. Mafê wan nîne ku wiha bikin.  Ew her carê dilê  me dişewitînin "   'KÎ DIZANE KU CANÊ KURÊ MIN ÇIQAS ŞEWITIYE'   Dayik Mîroglû, destnîşan kir ku wê tenê girseya wesayîtên zirxî yên li cihê bûyerê dîtine û ev tişt anîn ziman:" Min ji polisên li wir ne pirsî ku çima ev anîne serê kurê min. Xwezî min karibûya ji wan ev pirs bikira. Cihê kurê min bihûşte. Xwezî diya te jî bi te re bihata bihûştê. Heta qiyametê ez ê kurê xwe nebînim. Tiliya min li ber derî ma dilê min şewitî, kî dizane niha canê  kurê min çiqas şewitiye."   MA / Zeynep Dûrgût - Mujdat Can