Xizmên Windayan piştî 158 hefteyan li pêş Bîrdariya Mafê Jînê hatin gelhev 2021-09-04 15:31:07 AMED/ÊLIH - Xizmên Windayan ên ji ber qedexeyên walitiyê û pandemiyê demekî dirêje çalakiyên xwe bi awayekî online li dar dixin, piştî 158 rojan careke din li pêş Bîrdariya Mafê Jînê ya Parka Koşûyolûyê aqûbeta windayan pirsîn.  Xizmên windayan ên ji bo darizandina faîlan û aqûbeta welatiyên ku di salên 1990’an de ji aliyê JÎTEM’ê ve hatin revandin, windakirin, kuştin û careke din agahî jê nehatin girtin bipirsin di 12’ê îlona 2008’an de li pêş Bîrdariya Mafê Jînê ya Parka Koşûyolûyê dihatin gelhev, heta hewldana darbeyê ya 15’ê tîrmeha 2016’an çalakiya xwe li vir domandin. Xizmên windayan ên ji Rewşa Awarte (OHAL) ya 20’ê tîrmeha 2016’an ve çalakiyên wan hat qedexekirin, qasî du salan çalakiya xwe li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê domandin.    QEDEXEYÊ 100 HEFTEYAN DOM KIR   Xizmên Windayan bi rakirina OHAL’ê ya 20’ê Tîrmeha 2018’an ve piştî 100 hefteyan dîsa li pêş Bîrdariya Mafê Jînê çalakiya xwe ya rûniştinê domandin. Bi berdewamkirina pêkanînên OHAL’ê yên weke fîîlî vê carê jî Walitiya Amedê bi hêceta “ewlehiyê” di 1’ê îlona 2018'an de çalakiya Xizmên Windayan a li pêş biryardariyê qedexe kir. Beriya çalakiya hefteya 499’emîn û piştî wê polîsan hem Parka Koşûyolûyê hem jî Bîryardariya Mafê Jînê dorpêç kirin û ji ketin û derketinê re qedexe kirin.    LI PÊŞ BIRYARDARIYÊ HATIN GELHEV   Xizmên Windayan ên rûniştina wan a li ber deriyê komeleyê jî hat astengkirin, piştî 54 hefteyan çalakiya xwe birin pêş avahiya komeleyê. Xizmên Windayan ên çalakiya xwe li vir domandin, ji ber vîrûsa koronayê ji 13’ê adara 2020’an ve navber dan çalakiya xwe ya rûniştinê.    Xizmên Windayan ên ji vê dîrokê ve her hefte bi awayekî online çalakiya xwe pêk anîn, îro piştî 158 hefteyan ji bo çalakiya 656’emîn li pêş di Bîrdariya Mafê Jînê ya Parka Koşûyolûyê hatin gelhev. Di çalakiya ku Xizmên Windayan, parlementerên HDP’ê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî beşdar bûyî de wêneyên kesên hatin kuştin û windakirin hatin hilgirtin û pankarta ku wêneyên kesên hatin kuştin ser, li erdî hat raxistin.    ‘BI SER QETILKIRINÊ VE 28 SAL DERBAS BÛN’   Cîgira Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ezgî Sila Demîr, diyar kir ku Sîncar ê endamê ÎHD’ê bû li dijî cînayetên kiryarên nediyar, JÎTEM û Hîzbûlahê, komkujî û êrîşên cerdevanan bi awayekî çalak xebat bi rê ve dibirin û wiha got: “Sîncar dema bi armanca lêkolînkirina qetilkirina endamên meclîsa partiyê Habîp Kiliç û Hîkmet Kiliç çû Êlihê, bi rêveberê partiyê Metîn Ozdemîr re di 4’ê îlona 1993’an de li Kolana Elma bi êrîşa çekdarî tê qetilkirin. Bi ser qetilkirina wan ve 28 sal derbas bûn.   Demîr, da zanîn ku weke doza Sîncar, lêkolîn û dozên di salên 1990’î hatin destpêkirin û vekirin bi xetereya demborî re rûbirû ne.   ‘EM DEV JÊ BERNADIN’   Hevjîna Mehmet Sîncar, Cîhan Sîncar jî bal kişand ku xizmên windayan di hefteya 656’an de hêj li edaletê digerin û wiha got: “Kujerê Sîncar yek kes tenê nîne, bi hezaran kes in. Hevalên wî yên weke wî hatin kuştin jî demokrasî dixwestin. Kesên li dijî demokrasiyê bi kuştina wan hewl dan têkoşîna wan asteng bikin. Wê têkoşîna wan bidome. Em 28 sal in tînin ziman. Em soz didin Sîncar û kesên niha di wêneyan de li me dinerin, heta dewlet kujerên wan ceza neke wê neqede. Ne 28 sal 128 sal jî derbas bibin em dev ji dozê bernadin.”   ‘DOZA SÎNCAR FIRSENDEKE’   Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay jî destnîşan kir ku dewlet û desthilatê bi kujeran re tevgeriyan û wiha got: “Îro dîsa desthilat daxwaza me ya edaletê bê bersiv hişt. Em hêvî dikin ku ev di hefteya 656’emîn de bi dawî bibe. Em dikarin 6’ê îlonê ji dosyaya Sîncar dest pê bikin û pêvajoyeke ku darizandinên cînayetên kiryarên nediyar û hesab dayîna kujeran bidin dest pê kirin. Ev dosya ji vî alî ve firsendeke. Em ji vir careke din bang li Wezareta Dadê dikin vê fersendê binirxînin. Werin ji bo derketina holê ya heqîqetê firsendekê bidin dest pê kirin ku edaleta rast bi cih were.”   Xizmên Windayan piştî axaftinan, çalakiya xwe bi çalakiya rûniştinê bi dawî kirin.    ÊLIH   Li aliyê din li Êlihê jî Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’ê çalakiya xwe ya 492’yemîn a her hefte pêk tînin li avahiya komeleyê li dar xistin. Di çalakiya ku Xizmên Windayan tevlî bûn û wêneyên kesên hatin windakirin hilgirtin de rêveberê ÎHD’ê Ahmet Şiray axivî. Şiray, xwest ku faîlên Parlementerê DEP’ê Mehmet Sîncar û rêveberê partiyê Metîn Ozdemîr ên di 4’ê îlona 1993’an de li Kolana Elma bi êrîşa çekdarî hatibûn qetilkirin, bên darizandin.