Gergerlîoglû pirsa kujerên zarokên kurdan ên li ser kar kir 2021-09-04 16:06:48   ENQERE - Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû, ji Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû pirs kir ku "çend polis û leşkerên ku bi maşîneyên zirxî bûne sedema mirinan li ser kar in" kir.   Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, kuştina zarokê bi navê Mihraç Mîroglû yê 7 salî ku li navçeya Hezexê ya Şirnexê maşîneya zirxî lê qelibî û ew kuşt bi pêşnûmepirsekê bir rojeva meclisê. Gergerlîoglû, bi daxwaza ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû bibersivîne pêşnûmepirsekê da serokatiya meclisê. Gergerlôglû, di pêşnûmerpirsa ku xwe ji Soylû pirs kir ku çend polis û leşkerên ku bi maşîneyên zirxî bûne sedema mirinan li ser kar in.