ROJEVA 5'Ê ÎLONA 2021'AN 2021-09-05 09:00:24   * Koordînatorê Komîsyona Zimanê Zikmakî ya di bin banê Baroya Rihayê de hat avakirin Gokhan Dayik, bal kişand ser girîngiya parastina zimanê zikmakî û banga li hempîşeyên xwe kir ku bibin endamê Komîsyonê. Diyak, diyar kir ku ziman rûmeta mirove, divê her kes xwedî rûmeta xwe derkeve.     * Parlamentera HDP'ê Feleknaz Ûca, diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê yên li ser Şengalê biryara NATO'yê ye û got ku divê Ewropa li şûna daxuyaniyên "Em bifikar in" Tirkiyeyê rawestîne.     * Ji Piştevaniya Bogazîçiyê Devrîm Baraş Yilmaz, diyar kir ku ew ji bo zanîngehek demokratîk têdikoşin û got: “Pêdiviya xwenedkaran bi pergaleke xwebirêxistinkirinê heye. Ev jî dibe meclîsa xwendekaran. Em hewl didin, li Bogazîçiyê vê bixin pratîkê.”    * Lutfiye Gokkan a li Rihayê bi tena xwe têkoşîna azadî û jinan a li dijî hişmendiya baviksalarî bilind kir, di temenê xwe yê 80’î salî de, bi lingê xwe yê protez meşa serbilindiyê nîşanî bi hezaran jin da. Gokkan a destûr neda li gundê wê qereqol bê çêkirin navê xwe wekî "abîdeya cesaretê" li dîrokê xist, xwest li ser kêla gora wê "deyndarê partî û demokrasiyê ye" were nivîsandin.   * Dayika Cemîle Çagirga ya 10 salî, ku di 9 rojên qedexeya yekemîn a derketina derve ya li Cizîrê hat kuştin de û cenazeyê wê 2 rojan di sarincê de ma Emîne Çagirga got, "Her cara ku deriyê sarincê vedikim, keça min Cemîle tê bîra min.”   * Şeniyên ku li taxa zarokê 7 salî Mîhraç Mîroglu lê hat kuştin dimînin wiha gotin: "Êdî ji ber tanzêran ewlehiya me û zarokên me tune ye."    * Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 181'emîn de berdewam bike.    * Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Stenbolê wê bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Meydana Bazara Bakirkoyê daxuyanî bidin çapemeniyê. (10.00 - 17.00)   * Têkildarî kuştina Mîhraç Mîroglû wê li ber avahiya HDP'ê ya Navçeya Hezexê daxuyanî were dayîn. (16.00)