Xwendkarên Zanîngeha Bogazîçiyê meclîsa xwe ava dikin 2021-09-05 09:02:07 STENBOL - Ji Piştevaniya Bogazîçiyê Devrîm Baraş Yilmaz, diyar kir ku ew ji bo zanîngehek demokratîk têdikoşin û got: “Pêdiviya xwenedkaran bi pergaleke xwebirêxistinkirinê heye. Ev jî dibe meclîsa xwendekaran. Em hewl didin, li Bogazîçiyê vê bixin pratîkê.”  Serokomarê AKP'î Tayyîp Erdogan di 2'yê Çileyê de Prof. Dr. Melîh Bûlû wekî rektor tayinî Zanîngeha Bogazîçiyê kiribû. Di encama bertek, çalakî û şermezarkirinên xwendekaran de, Bûlû di 14'ê Tîrmehê de ji peywirê hatibû girtin. Bi Biryarnameya Serokkomariyê vê carê li şûna Bûlû, Prof. Dr. Mehmet Nacî Încî tayinî zanîngehê hat kirin. Yekemîn karê Încî ew bû ku akademîsyen Can Candan ji kar bavêje. Berxwedana akademîsyenên ku bi gotina "Can Candan ne bi tenê ye" hevrêyê xwe bi tenê nehiştin, di roja 164'an de ye.   Ji Piştevaniya Bogaziçiyê Devrîm Bariş Yilmaz, tiştên ku piştî tayînkirina "rektorê qeyûm” qewimîn nirxand.   FERSENDA QEZENCKIRINÊ    Xwendekarê Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Bogaziçiyê Yilmaz, bal kişand ser pêvajoya li zanîngehê dewam dike û axivî: “Di navbera ji peywirgitina Bûlû û tayînkirina Încî de 6 meh hene. Desthilatdariyê paşve gav avêt. Me bi vê tiştek pir zelal bi dest nexist, lê derfeta me ya serketinê hebû. Piştî çûyîna Bûlû me dikarîbû ku em bi xwe rektorê xwe ava bikin û têkoşîna xwe ya zanîngehek demokratîk bilind  bikin. Ez nafikirim ku me ev fersend winda kiriye. Rejîma faşîst a li Tirkiyeyê nikare berxwedanê bi destkeftiyan qebûl bike. Hîna jî ev berxwedana me dewam dike. Faşîzma AKP û MHP’ê hewl dide xwe ji krîzê rizgar bike.”    Yilmaz, pirse "Li zanîngehên li Tirkiyeyê tê xwestin ku zanistê hilberînin, lê kîjan zanist?" kir û wiha got: “Dixwazin zanisteke bi rektorên qeyûm, hilberînin SÎHA’yan û hilberînên bombeyên li ser serê gelê Kurd bibarînin, pêş bixin. Qeyûm dixwazin, xwendekaran di temenên wan ên 18-20 salî de, di nava pergalê de bihelînin. Têkoşîna em didin têkoşîna zanîngehek demokratîk e. Di vî warî de, pêdiviya xwendekaran, di zanîngehan de bi pergaleke xwebirêxistinkirinê heye. Ev jî dibe meclîsa xwendekaran. Hîna em di serê rê de ne. Li zanîngehê, em dixwazin vê yekê bikin dewrê. Di zanîngehan de pêdivî bi van meclîsên xwendekaran heye. Em ê bi vî awayî kiribin, bi têkoşîna zanîngehek demokratîk, deng û rayeya xwe xwe zêde bikin.”  .    MA / Kadîr Guney