Emîne Çagirga: Her ku deriyê sarincê vedikim Cemîle tê bîra min 2021-09-05 09:02:46   ŞIRNEX - Dayika Cemîle Çagirga ya 10 salî, ku di 9 rojên qedexeya yekemîn a derketina derve ya li Cizîrê hat kuştin de û cenazeyê wê 2 rojan di sarincê de ma Emîne Çagirga got, "Her cara ku deriyê sarincê vedikim, keça min Cemîle tê bîra min.”   Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, di navbera 4 û 12’ê Îlona 2015’an de, qedexeya derketina derve ya ewil hat îlankirin. Di vê qedexeyê de 21 kes hatin qetilkirin. Du ji van kesan Cemîle Çagirga ya cenazeyê wê di sarince de hat girtin û Selman Agar ên  10 salî bûn.     SEKVANAN GULE BERDANÊ   Bavê zarokê 10 salî Selman Agar ê  li Taxa Nûrê hat qetilkirin Mehmet Agar, diyar kir ku di salên 1990’an de, ji ber ferzkirina cerdevaniyê neçar dimîne ku ji gundê xwe Deşta Lala ya dikeve qûntarên Çiyayê Gabarê koçî Cizîrê dike Agar, wiha behsa qetilkirina kurê xwe kir: “Di dema qedexeyê de, kurê min diçe li ser tenekeya li ber mala me ya li Taxa Nûrê rûdine. Dema rûdine, sekvan guleyê berdidin û qetil dikin.”     ‘PITIKA NÛ XWEDÊ DABÛ TERORÎST ÎLAN KIRIN’   Agar, bal kişand ser roja ku lawê wî hat qetilkirin û wiha got: “Piştî nimêja êvarî, kurê min hat gule baran kirin. Cenazeyê wî birin Şirnexê. Di îfadeya ku min da de, min got kurê min ji aliyê sekvanan ve hat qetilkirin. Tiştên hatin serê me hemû li holê ne. Emê heya dawiyê şopdarê doza xwe bin. Ji zarokên 10 salî bigirin heya pitika nû xwedê da bû, terorîst îlan kirin. Ne tenê mirov, heywan jî qetil kirin. Xwedê sebrê bide her kesî.”   DI SALA 1992’YAN DE JÎ LI HEMAN MALÊ 7 KES QETIL KIRIN   Di sala 1992’yan de jî, topa hewanê li mala Cemîle Çagirga ya li Taxa Cûdî ketibû û ji malbatê 7 kesan jiyana xwe ji dest da bûn. Du xwişkên Cemîle jî, di encama vê êrişî de, di nava 7 kesan de hatibûn qetilkirin. Piştî 23 salan vê carê Cemîle Çagirga ya 10 salî bû hedefa sekvanan û bi awayekê nemerdane hat qetilkirin. Bavê Cemîle ya ku cenazeyê wê di sarincê de hat veşartin û ket rojeva tevahiya Tirkiyê Ramazan Çagirga behsa kuştina keça xwe û bûyerên di 9 rojên qedexeyê de rû dan vegotin.   Bav Çagirga bal kişand ser wan rojên dijwar û wiha axivî: “Bi çekên giran êriş dikirin. Ev û ceyranên me birîbûn. Li ser avahiyên bilind sekvan hebûn. Keça min Cemîle û zarokên me li ber derî bûn. Keça min gulebaran kirin û jiyana xwe ji dest da. Me cenazeyê wê anî malê. Dûre me cenazeyê wê bi destên xwe û destên wê hinek kirin. Pişte me bangî ambûlansê kir. Lê ji ber qedexeyê destûr nedan ku bikeve taxê. Me nekarî em derxînin derve de jî. Dûre me sarince anî û cenazeyê wê xist sanrincê. Piştî 2 rojan, ji me hat xwestin ku em cenazeyê Cemîle bibin Cadeya Hezexê. Heya ku me cenaze bir wê derê, bi ser me de bênavber gule barandin. Dûre parlamenterekê û kesek din, cenaze birin teslîmî ambûlansê kirin.”    'EM Ê HEYA KENGÎ BÊDENG BIN’   Çagirga, da zanîn ku tiştên hatin jiyîn weke duh tên bîra wî û wiha got: “Em ê tu carî dest ji doza xwe bernedin. Heya ku berpirsiyar derkevin holê em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî dewam bikin. Em çiqasî mafdar bin jî,  dîsa me neheq îlan dikin. Em Kurdin, zimanê me Kurdiye. Lê Tirkiye vê rastiyê qebûl nake. Gelo em ê heya kingî li dijî vê bêmafî û neheqiyê bêdeng bin?”    HER KU DERIYÊ SARINCÊ VEDIKE…   Dayika Cemîle Emîne Çagirga jî, diyar kir ku wê bi navê “Cizîr” tim bangî keça xwe Cemîle dikir û di nava hestiyariyek mezin wiha qal kir: “Dema gule berdan Cizîr, min 3 caran gazî wê kir. Lê dengê xwe dernexist. Gotina wê ya herî dawî jî, ‘ax dayê’ bû. Keça min pir ji hinê hez dikir. Piştî ku hat qetilkirin, min dest û pora wê hine kirin. Ji bo ku cenazeyê wê bêhn ne de, me kir sarincê. Ji wê rojê ve, her ku deriyê sarincê vedikim Cemîle tê bîra min û heman êşê dîsa dijîm.”        ‘BILA ÊDÎ AŞTÎ PÊK WERE’   Çagirga, herî dawî axaftina xwe bi van peyvan temam kir: “6 sal derbas bûn. Hîna me tu xweşî nedîtiye. Îşkence, zext û êriş dewam dikin. Em êdî dixwazin aştî pêk were. Bila êdî dilê mirovan neşewite. Gelo ji aştiyê, xwişk û biratiyê çi xweştir heye? Heya ku em bimirin jî, emê dest ji doza Cemîle bernedin.”    MA / Mujdat Can