Malbata Şenyaşar: Ne li cem hêzê li cem mafdar cih bigirin 2021-09-05 11:48:00 RIHA - Malbata Şenyaşar di roja 181’emîn a “Nobeta Edaletê” de wiha got: “Divê ne li cem hêzdaran li cem mafdaran cih were girtin. Helbet wê rojekê edalet ji her kesî re lazim were.”    Malbata Şenyaşar (Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît) di roja 181’emîn de çalakiya “Nobeta Edaletê” berdewam kirin. Ji ber dawiya hefteyê Edliyeya Rihayê girtî ye, malbatê li mala xwe ya li Pirsûsê çalakiya xwe berdewam kir. Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê vê peyamê belav kir: “Şert û merc çi dibin bila bibin, divê ne li cem ên hêzdar li cem maf û mafdar were girtin. Helbet wê rojekê edaleta ku em di bin zilmê de lêdigerin, ji her kesî re lazim were.”