Parêzerên Aysel Tugluk daxuyanî dan 2021-09-05 15:39:56   AMED - Parêzer siyasetmedara girtî Aysel Tugluk diyar kirin ku rewşa tenduristiya miwekîla wan ji nêz ve tê şopandin û xwestin ku ATK bi lez û bez rapora tenduristiya wê birêkûpêk bike.    Siyasetmedar kurd a girtî Aysel Tûglûk li Girtîgeha Kandiraya Kocaelî tê girtin. Hat zanîn ew nexweş ketiye. Parêzerên Tugluk, Reyhan Yalçindag û Serdar Çelebî têkildarî rewşa miwekîla xwe daxuyaniyek nivîskî belav kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin şertên tenduristiyê û netedawîkirina girtiyên nexweş encamên neyînî derdixe holê û tevî raporan jî girtiyên nayên berdan û terkî mirinê tên kirin û “hiqûqa dijminane” tê sepandin.    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku nêzî 5 sal in Aysel Tugluk a berê Hevserokatiya KCD’ê, DTP’ê û Cîgirtiya Hevserokatiya HDP’ê kiriye girtî ye û HDP û ÎHD jî ji nêz ve pêvajoyê dişopînin.    LI BENDA RAPORA ATK’Ê NE    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em dixwazin diyar bikin ku ji roja birêz Tugluk di girtîgehê de nexweş ketiye heta niha parêzer, Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê û Navenda İHD'ê her roj pêvajoyê bi baldarî dişopînin, hem di derbarê tedawiya lezgîn û hem jî serbestberdana wê de. Serlêdanên me li cîhên pêwîst hatine kirin û gihîştiye qonaxa dawî. Em li bendê ne ku rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) bêyî dereng were xistin, were dayîn. Divê ATK bi lez û bez rapora tenduristiyê birêkûpêk bike.”    DÊ LI BENDA PÊVAJOYÊ BISEKININ    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku miwekîla wan Tugluk ew naxwaze berî ku pêvajo biqede gel ji nexweşiya wî agahdar bibe û hat hat gotin: "Birêz Tugluk û malbata wê naxwazin ku nexweşiya wan berî ku pêvajo biqede bi raya giştî re were parve kirin. Heke ev pêvajo biqede em  ê dîsa raya giştî agahdar bikin.”