Polîsan mudaxileyî daxuyaniya ‘Mitînga Aştiyê’ kirin: Gelek kes hatin binçavkirin 2021-09-05 17:39:45 STENBOL - Rêxistinên girseyî yên demokratîk li Taksîmê ji bo qedexekirina “Mitînga Aştiyê” ya li Bakirkoyê şermezar bikin kom bûn. Polîsan mudaxileyî girseyê kir û gelek kes binçav kirin. Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Setnbolê wê bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Meydana Bazarê ya Bakirkoyê “Mitînga Aştiyê” li dar bixistana. Walîtiya Stenbolê li dar xistina mitîngê qedexe kir. Li ser vê yekê nûnerên Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê û girseyê xwstin li Taksîm Tunelê ji bo şermezarkirina qedexekirina mitîngê daxuyanî bidin. Beriya daxuyaniyê polîsan derdorê dorpêç kir û nehişt kes li Tunelê kom bibe. Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû û rojnamevan li Tunelê kêliya ku kom bûn, polîsan ew dorpêç kirin. Pîroglu tevî dorpêçê jî dirûşma “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” û “Bijî biratiya gelan” berz kir. Hevserokê Şaxa SES’ê yê Şîşliyê Abûzer Aslan û kesek li gel wî ku xwestin biçin cihê daxuyaniyê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. TEVÎ HEMÛ ASTENGIYAN JÎ MEŞIYAN Tevî hemû astengiyên polîsn jî girse li kuçeya ku Baroya Stenbolê lê ye kom bûn û derketin Kolana Îstîklalê û ber bi Tunelê ve meşiyan. Girseyê bênavber dirûşma “zext nikarin me bêzar bikin” berz kirin û polîsan li Meydana Tunelê pêşiya girseyê girt û mudaxile kir. NEHIŞTIN RÊVEBERÊN HDP’Ê JI AVAHIYÊ DERKEVIN Çend saet beriya daxuyaniyê polîsan avahiya Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê jî dorpêç kir. Polîsan destûr neda ku Hevserokên HDP’a Stenbolê Erdal Avci û Elîf Bûlût, rêveberên navendî û bajêr û navçeyan ên HDP’ê, aktîvîstên TJA’yê, Hevserokê MATUHAY-DER’ê Nesîm Ozkan ji avahiyê derkevin. Tevî hemû astengiyan jî girse li Meydana Tunelê kom bû û polîsan mudaxile kir. Di mudaxileyê de gelek kes hatin binçavkirin. Rageşiya li Kolana Îstîklalê berdewam dike.